• DOLAR 32.528
  • EURO 34.864
  • ALTIN 2487.99
  • ...
 "Emdi pêvajoya xeyrî hiqûqî de hatin mehkûmkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê ji teref Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê ve bo bal bên kişandin li ser mahkûmên Yûsufî û mexdûrîyeta malbatên wan daxuyanîyeke çapemenîyê hat dayîn. Di daxuyanîya çepemenîyê de pankarta "Ji zilmê re bêdeng nemîne, li Yûsufîyan xwedî derkeve", "Heta ku Yûsufî bên berdan em ê bêdeng nemînin." hatin vekirin.

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Ednm Lijneya Birêveberîya Cemîyeta Mustezafan Uzeyîr Yuva ve hat xwendin.

Yuva di destpêka daxuyanîya çapemenîyê de diyar kir ew bo edalet bê tesîskirin û telebên heqê yên ku tên xwestin bên dayîn li vê derê civîyane.

 "Em li rasta zilma wan kesên ku di nav pergalê de bi cî bûne hatin"

Yuva di berdewama daxuyanîyê de diyar kir ji ber ku ew li gorî bawerîya xwe jiyane gelek salên bi êş û elem derbas kirine û dû re weha li daxuyanîyê zêde kir: "Em li rasta zilma wan kesên ku di nav pergalê de bi cî bûne hatin. Em bi wê hişê qirêj a ku hatiye çêkirin hatin hepskirin, em mexdûr bûn. Hinek ji me lawên wan hinek ji me zilamê wan di girtîgehê de emrê xwe borandin. Ew çîroka me ya 25 salane ya ku bi êş û elemê tije ye nehat xwestin ji teref tu kesî ve bê dîtin, dengê me nehat bihistîn. Em  di pêvajoya xeyrî hiqûqî de hatin mehkûmkirin, dema ku me heq teleb kir zilma ku li me hat kirin zêdetir bû. Di vê pêvajoyê de dawetên me yên ku zavayê wan tunebûn ango di girtîgehê de dihatin girtin çêbûn. Dê û bavên me bi hesreta lawên xwe çûn rehma Xwedê. Zarokên me bêyî hebûna bavê xwe mezin bûn. Em bajêr bi bajêr, zindan bi zindan hatin gerandin, rojên me bi êş û elemê hatin dagirtin. Belê di vê pêvajoya bi êş û elem de tu kesî em nedîtin û dengê me ne bihîstin.

 "Civaka ku nirxên wê hevpar e li vê derê li benda tecellîkirina edaletê ye"

Yuva di berdewama daxuyanîyê de diyar kir "Êdî em dibêjin edalet! Edalet! Edalet! Civaka ku nirxên wê hevpar e li vê derê li benda tecellîkirina edaletê ye." Yuva dû re wiha got:  " Wezîfeya kesên ku hatine îqtîdarê ji xelkê re wezîfekirin e, xizmeta ji xelkê re pêşî tesîskirina edaletê ye. Tunebûna edaletê divê wan kesên ku xwedî wijdan in aciz bike. Ew kesên ku mexdûrîyeta însanên masûm çareser nakin, çawa ku di rabirdûyê de bûye ew ê sibe jî ji teref civakê ve bên mehkûmkirin. Divê ew kesên ku bi qerarên daraza bi birîfîng a 28ê Sibatê û bi qerarên daraza FETO hatin mexdûrkirin êdî bên dîtin. Ev teleba wê civaka ku nirxên wê hevpare ye."

Yuva di dawîya daxuyanîyê de diyar kir divê edaleta dema ku roja wê hat nebe ew pûta ku bê xwarin û dû re wiha bang li rayedaran kir:

"Divê ee kesên ku ji teref daraza FETO û 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin û ev 15-20-25 salan di girîtgehan de tên girtin demildest bên azad berdan.

Divê mexdûrîyeta wan mezlûmên ku ev 25 sal in di zindanan de tên girtin him ji hêla maddî û him ji hêla manewî ve bê tedarikkirin û ev yek bi qanûnê bê xistin bin temînatê.

Ew kesên ku bûn sebeb Yûsufî bi salên dûvidirêj  bên mexdûrkirin divê bên darizandin.

Divê di daraza û pergala hiqûqê de verastkirinên baş bên kirin û ji bo temamê sazîyên kamûyê tabiê bê yekê bibin tedbîrên qanûnî  yên pêwîst bên standin.

Tiştê muhîn a berî hemû tiştî, ji bo ku nesên werin bi heman şiklî neyên mexdûrkirin divê makeqanûneke siwîl bê amadekirin demildest xebatên makeqanûna aştîyane bên destpêkirin.(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir