• DOLAR 32.512
  • EURO 34.748
  • ALTIN 2490.755
  • ...
Gelo xortanîtê îhyakirin an îfsadkirin?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê bi piştevanîya Bankeya Ziraatê, Walîtîya Diyarbekirê, Şaredarîya Mezin a Diyarbekirê, hinek wezaret û Weqfa Tîravêjan "Mihrîcana Xortanîyê" ya ku dê 3 rojan berdewam bike tê tertîpkirin. Dîmenên ku ji "Mihrîcana Xortanîyê" ya ku li Diyarbekirê tê tertîpkirin hatine girtin  û gotinên  "Nesla Dîndar" a Serokomarê Tirkîyê Erdogan li hev nagirin. Lewra ji bo wê mihricana ku tê tertîpkirin gelek mesref tê kirin û bi vê yekê xort tên bêesil û dejenerekirin û ber bi îfsadê ve tên birin.

Di çarçoveya wê tişta ku jê re "Mihrîcana Xortan" tê gotin de xwendekarên ku ji 16 salî biçûk in jî tên anîn cihê konserê  ku di wê konserê de kesên ku stranan dibêjin bi cil û bergên xwe û gotinên xwe yên ku nakevin çarçoveya exlaqê balan dikşînin li ser xwe. Dîsa li heman cihê ku lê konser tê dayîn xwendekarên qîz û law tevlîhev in û li milên hev siwar dibin ku ev yek jî balan dikşîne li ser xwe û rezaleta heyî li ber çavan radixe.

Di raya giştî de ji ber van konserên ku li Diyarbekirê tên tertîpkirin û pê zirar tê dayîn manewîyata wê  tê pirsîn ka bi van mihrican û konseran tê xwestin çi bê kirin. Lewra di dîmenên ku li cihê konserê tên kişandin tabloya rezîltî û bêexlaqîyê nîşan didin; lê belê heta niha ji teref rayedaran ve derbarê vê yekê de tu daxuyanî nehat dayîn.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir