• DOLAR 32.505
  • EURO 34.789
  • ALTIN 2490.056
  • ...
SON DAKİKA
"Ji sedî 56ê Sûrîyeyîyan dixwazin vegerin welatê xwe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Beşa Sosyolojîyê ya Zanîngeha Entabê ve derbarê  penaberên Sûrîyeyî yên ku koçî Tirkîyê kirine û li wê derê dijîn de lêkolînek hat kirin û encamê lêkolînê wek kitêb bi zimanên Tirkî, Erebî û Îngilîzî hat çapkirin.

Prof. Dr. Alî Gurê Rekrotê Zanîngeha Entabê, encamên lêpirsînê û bo ji raya giştî ya cîhanê re kitêb bê nasandin civîneke daxuyanîya çapemenîyê li dar xist.

Gur di daxuyanîya çapemenîyê ya ku tertîp kir de destnîşan kir di lêpirsîna ku hat kirin de li 194 taxan bi hezar û 824 kesan re rûbirû hevdîtin hat kirin û însanan 79 pir hatine kirin.

"Ji sedî 56ê Sûrîyeyîyan dixwazin vegerin welatê xwe"

Gur di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: "Di encama lêkolîna ku hat kirin de ji Sûrîyeyîyan niyeta wan vegerîna welata wan hat pirsîn. Di encama pirsa ku ji wan hat kirin de ji sedî 56ê Sûrîyeyîyan dema ku şert û merc baş bibin, dixwazin vegerin welatê xwe û ji sedî 13ê wan jî dixwazin biçin welateke din."(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir