• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Hindistanê trênê li însanan qelibî: Herî kêm 112 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Hindistanê trêna rêwîyan li însanên ku bo mihricana ku dihat tertîpkirin li ser rêya hesinî ya trênê rûniştibûn qelibî, di encama bûyerê de herî kêm 112 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin xelkê Hindistanê bi Mihricana Dussehrayê kom bûn. Ji cihê ku însan lê kom bûbûn rêya hesinî ya trênê derbas dibû. Di dema mihricanê de ji nişka ve trêna bi suret da nav însanên ku li ser rêya hesinî kom bûbûn.

Di encama bûyerê de herî kêm 112 kes jiyana xwe ji dest den û bi sedan kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir