• DOLAR 32.537
  • EURO 34.621
  • ALTIN 2499.185
  • ...
Serokê Giştî yê Egîtîm-Bîr-Senê: Îradeya siyasî divê li qerara xwe xwedî derkeve
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Turk Egîtîm-Sen ji bo  ew Sonda Xwendekaran a ku di 8ê Cotmeha sala 2013an de hatibû rakirin dîsa bikeve merîyetê doz li Daniştayê vekir. Di encama doza ku hat vekirin de Daniştay li hev civîya û wê kirarîya ku "Sonda Xwendekaran" pê hatiye rakirin li dijî hiqûqê dît û betal kir.

Ji ber vê qerara Daniştay, ji teref Alî Yalçinê Serokê Giştî yê Egîtîm-Bîr-Sen û Memûr-Senê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat dayîn. Yalçin di daxuyanîya ku da de ji qerara Daniştay re bertek nîşan da û wiha got: " DIvê li hember vê teşebûsa qerara antîdemokratîk a ku li dijî hiqûqa kurewî ye bêdeng neyê mayîn. Divê li pey wê qerara rakirina Sonda Xwendekaran bê sekinîn û divê ew bidestxistiyên civakî bên parastin."

Yalçin di berdewama axavtina xwe de diyar kir mahkeme bo betalkirinê tu hinceteke zanistî nîşan nedaye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Sondê Xwendekaran; berhema zihniyeta totalîter, mîlîtarîst, zextkar û paşvexwaz e, pê tê xwestin ku civakeke mîlîtarîst bê damezrandin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir