• DOLAR 32.574
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2435.147
  • ...
HUDA PAR ji qerara "Sonda Xwendekaran" ya Daniştayê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamên Lijneya Giştî ya HUDA PARê, qerara Daîreya 8emîn a Daniştayê ya betalkirina hukmê rêziknameya ku pê "Sonda Xwendekaran" hat rakirin rexne kirin û di parvekirinên xwe yên ji ser medyaya civakî de ji rewşê re bertek nîşan dan.

Turk Egîtîm-Sen ji bo  ew Sonda Xwendekaran a ku di 8ê Cotmeha sala 2013an de hatibû rakirin dîsa bikeve merîyetê doz li Daniştayê vekir. Di encama doza ku hat vekirin de Daniştay li hev civîya û wê kirarîya ku "Sonda Xwendekaran" pê hatiye rakirin li dijî hiqûqê dît û betal kir.

Endamê Lijneya Îdaredya Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî parve kir de derbarê mijarê de diyar kir "Bi xwendekaran danxwendina metneke ku bêhna nîjadperestî û cudakarî jê tê, ne Îslamî û ne jî însanî ye ku divê ev metn bê mehkûmkirin da ku nebe meseleya nîqaşê jî."

Yavuz di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir divê temamê wan kesên ku ne bi gotinê , ji dil can ji milletê xwe hez dike li dijî vê qerarê biraweste  û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Bi xwendekaran danxwendina metneke ku bêhna nîjadperestî, şovenîstî û cudakarî jê tê, û pê paşve tê tu çûyîn him ne Îslamî û him jî ne jî însanî ye ku divê ev metn bê mehkûmkirin da ku nebe meseleya nîqaşê jî."

"Daniştay, vegerîya li ser qerarên berê yên Kemalîst/îdeolojîk"

Serokê Pêwendîyên Derve yê HUDA PARê Seîd Şahîn jî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir tifinga vala ya Daniştayê  bi destê hikûmetê hat dagirtin û dû re wiha got: "Daniştay, vegerîya li ser qerarên berê yên Kemalîst/îdeolojîk. Encax ew tifinga vala ya Daniştayê bi destê hikûmetê hat dagirtin. Lewra ew meqamên dewletê yên ku vala bûn bi destê hikûmetê bi kesên millîyetperest, neteweperest û Kemalîstan hat dagirtin."

 "Di warê serdestîya qewman û ferzkirina îdeolojîyan çi hebe tevekan derxînin"

Serokê AR-GEyê yê HUDA PARê Abdurrahman Cens diyar kir ew berîya referandûma makeqanûnê hişyarî li rayedarên hikûmetê kirine û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: " Heqê tu kesî tuneye ku ji cepheya hikûmetê kesek, eksa "Sondê" ya Daniştayê rexne bikin. Ew li gor bayê serê xwe çûn û guh nedan tu kesî. Berîya referandûma makeqanûnê bi dengekî bilind em qêrîyan û me got: Di warê serdestîya qewman û ferzkirina îdeolojîyan çi hebe tevekan derxînin."

 "Daniştay ji vê şirîkatîyê cesaret stand"

Endamê Lijneya Giştî yê HUDA PARê Emîn Guneş jî diyar kir "Em qet nedifikirîn ku ew ê îqtîdar piştî ku hat serî dê bi guran re bibe şirîk. Daniştay ji vê şirîkatîyê cesaret stand. Gelo em hatin  xapandin? Naxêr! Me bi çavê husnu zanê li wan nihêrt."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir