• DOLAR 32.502
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2429.585
  • ...
Dîmenên "Mihrîcana Xortanîyê" pirsa "Ka ew Nesla Dîndar!" anî bîran
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê bi piştevanîya Bankeya Ziraatê, Walîtîya Diyarbekirê, Şaredarîya Mezin a Diyarbekirê, hinek wezaret û Weqfa Tîravêjan "Mihrîcana Xortanîyê" ya ku dê 3 rojan berdewam bike tê tertîpkirin. Dîmenên ku ji "Mihrîcana Xortanîyê" ya ku li Diyarbekirê tê tertîpkirin hatine girtin  û gotinên  "Nesla Dîndar" a Serokomarê Tirkîyê Erdogan li hev nagirin. Lewra ji bo wê mihricana ku tê tertîpkirin gelek mesref tê kirin û bi vê yekê xort tên bêesil û dejenerekirin û ber bi îfadê ve tên birin.

Di dîmenên ku ji cihê mihricanê hatine girtin de tê dîtin ku xwendekarên qîz û law tevlî hev in ku ji ber vê yekê dîmenên ku dijberî nirxên manewî yên civakê derdikevin holê ku ev rewşa nebaş wê gotina "Nesla Dîndar" a Erdogan tîne bîran.

Li cihê mihricanê hat dîtin ku xwendekarên divîyabû di wextê seata dersê de li mektebê bin ji teref hinek îdarevanan ve bi serwîsan hatine anîn cihê mihricanê û xortên qîz û law li ber wê muzîkên biyanî xwe li erdê dixin û qaşo kêfê dikin.

Li cihê mihricanê ew kesên ku ji wan re hunermend tê gotin di muzîkên ku bilêvkirin de peyvên ku berê xwendekaran didin eraq û zînayê bi kar anîn.

Ev dîmenên ku li mihricanê hatin dîtin ji ber ku li Diyarbekira ku bajara pêxemberan, sehabîyan e  nayê; raya giştî, STK û partîyên siyasî ji rewşê re bertek nîşan dan.  Ji ber mihricana ku tê kirin gotinên "Nesla Xort Xera Dibe" bi hêztir dike û ev tabloya li mihricanê rewşa xortanîyê dide ber çavan.

Ev fealîyetên ku qaşo ji bo xortan ji terorê dûr bixin tên tertîpkirin, nesla xort xera dike û tahrîbateke mezin di wan de pêk tîne. Rewş bi aşkere di holê de ye, lê mercîyên rayedar digel bertekan hêj xwe kerr û lal dikin.(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir