• DOLAR 32.588
  • EURO 34.758
  • ALTIN 2491.159
  • ...
Qerara Daniştayê ya derbarê "Sonda Xwendekaran" de dê li 81 bajêran bê protestokirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daîreya 8emîn a Daniştayê hukmê rêziknameya "Sonda Xwendekaran" a ku li dibistanên navîn dihat tetbîqkirin û berî niha hatibû rakirin betal kir. 

 piştî vê qerara Daniştayê, ji teref Serokê Giştî yê Memûr-Sen û Egîtîm-Bîr-Senê Alî Yalçin ve daxuyanîyek hat dayîn. Yalçin di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî belav kir de desnîşan kir " Daniştay xwe xistiye şûna birêvebirinê û selahîyeta kontrolkirina gûncavbûna li hiqûqê binpê kiriye. Em ê îro li 81 bajêran di seat 11.00an de qerara Daniştay a derbarê "Sonda Xwendekaran" bi daxuyanîya çapemenîyê protesto bikin.

Daniştay qaşo ji ber ku dijberê zanistîyê ye qerara Sondê betal kiriye.

Gelo Daniştay sazîyeke darazê ye? Naxwe Sazîya Zanistê ye?  Ev qerara ku hat dayîn wan heyamên berî niha yên ku ji hedê xwe derketine anî bîran.

Parastina Wezaretê ye? Bo gotineke tenê ev yek rezalet e.

Em qetîyyen qerarê nas nekin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir