• DOLAR 32.333
  • EURO 35.071
  • ALTIN 2298.626
  • ...
SON DAKİKA
Di lêpirsîna derbarê facîaya penaberan de 11 kes hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna ku derbarê qezaya trafîkê ya ku li Menderesa Îzmîrê pêk hat û tê de 23 koçber jiyana xwe ji dest dan de hatibû destpêkirin de  11 kes hatin girtin û kesek jî bi şerta kontrola edlî hat berdan.

Di qezaya ku li Menderesa Îzmîrê pêk hatibû de kamyoneta ku koçberan vediguhast ketibû qanala avê û 23 koçberên ku di nav de pîrek û zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji 12 kesên ku di bergeha lêpirsînê de hatibûn binçavkirin tevde 11 kes "bi şikleke rêxistinî kirina qeçaxvantîya însanan" hatin girtin û kesek jî bi şerta kontrola edlî hat berdan.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir