• DOLAR 32.332
  • EURO 35.081
  • ALTIN 2280.134
  • ...
 "Divê êdî bo mexdûrên 28ê Sibatê tiştin bên kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di dozên mîna Sêwas, Hîzbûllah, Hîzb-ût Tahrîr, Vasat, ÎBDA-C û Umutê de gelek Misliman hatin hedefgirtin û bi kumpas û komployan û bi birîfîngan cezayên giran ji wan re hat dayîn ku dû re derket holê ku kesên ku di dozên kumpasê de qerar dane hakim û dozgerên FETO ne. Ev hakim û dozgerên FETOyîst ên ku cezayên giran dan Mislimanên bêsûc hatine tespîtkirin û gelek ji wan an ji wezîfê hatin dûrxistin an jî hatin girtin û hatin avêtin girtîgehê. Lê bele hêj mexdûrîyeta wan Mislimanên ku ji teref 28ê Sibatê û daraza FETO ve hatine mexdûrkirin berdewam dike.

Serokbajarê Edenê yê HUDA PARê Veysel Yavuzê ku derbarê mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir destnîşan kir 'Divê dewlet bo ew bêhiqûqîyê ku hatiye kirin bê çareserkirin tiştê pêwîst ê ku dikeve li ser milên wî bike. Lewra di pêvajoya 28ê Sibatê de bi bîrîfîngên ku hatin girtin qerar hatin dayîn. Divê êdî bo mexdûrên 28ê Sibatê tiştin bên kirin. Lê belê ji ber ku di warê meseleya mexdûrên 28ê Sibatê nekirina tiştekî û neavêtina gavekî mirov dide fikirandin."

 "Guh nayê dayîn wê teleba mexdûran a darizandina ji nû ve ku tu îzahata vê yeke tuneye"

Yavuz di nirxandina ku kir de destnîşan kir daxuyanîya Erdogan a derbarê kesên ku hatine mexdûrkirin de raya giştî hêvîdar kir, lê di vî warî de gav nehatin avêtin. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ew kesên ku xwe bi raya giştî wek Yûsufî didin naskirin û dengê xwe bilind dikin da ku mexdûrîyeta wan bê çareserkirin dibêjin 'Em qetîyen efûyê naxwazin, daxwaza darizandina ji nû ve ye.'Ew hakim, dozger û polêsên FETO yên ku ceza dan van însanên bêsûc, tev hatin girtin û niha di girtîgehê de ne. Di vê rewşê de mexdûrîyeta van Mislimanan teqez bû. Lê digel vê yekê hêj telebên van kesên ku hatine mexdûrkirin nayê dîtin k tu îzahata vê yekê tune ye. Divê ev yek bi lez û bez bê çareserkirin."

"Divê êdî bo mexdûrên 28ê Sibatê tiştin bên kirin"

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir edalet bo herkesî lazim e, cihê ku lê edalet tunebe dê hizûr û ewlehî jî tunebe. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Pêwîst e bo wan kesên ku mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ne edalet tecellî bike.Niha efû hatiye rojevê. Lê belê ev yek divê bê sererastkirin û hemû kesên ku bi rastî jî hatine mexdûrkirin ku di nav van de sûcên edlî û yên jî dibe, bên xistin nava vê efûyê. Di vî warî de ger mexdûrîyetek hebe divê dewlet gav bavêje û tiştinan bike Nexasim divê bo wan kesên ku mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ne tiştin bên kirin. Divê êdî bo mexdûrên 28ê Sibatê tiştin bên kirin."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir