• DOLAR 32.602
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2495.037
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpa li Yemena ku lê ji birçîbûnê mirin çêdibin alîkarîyê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Yemena ku lê qeyrana însanî heye, ji ber şerê navxweyî û êrîşên asimanî yên ku ji teref hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike ve tên kirin her ku diçe rewş girantir dibe. Lewra ji ber ku alîkarîyên însanî nikarin bi şikleke kamil bên kirin, ji ber ku nexweşî zêde ne û ji ber ku ava paqij nikare bê peydakirin rewş û encam girantir û xirabtir dibe.

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye û navenda wê li Almanyayê ye xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Yetîm-Dera Ewrûpa vêcarê jî li Yemenê çû hawara kesên feqîr û jar û ji ber êrîşên Siûd dimirin. Sazî ji kesên feqîr û hewcedar re alîkarîya erzaqê kir.

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpa Huseyîn Ateş derbarê alîkarîyên ku li Yemenê hatin kirin de nirxandinan kir.

 "Divê, însan li hember wê Yemena ku lê qeyrana însanî heye gelekî zêde xwedî hesasîyet bin"

Ateş di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir ew ê xebatên me yên alîkarîyê yên li Yemenê berdewam bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em ji xêrxwazên xwe dixwazin di warê Yemenê de hesastir bin. Lewra bi rastî jî li Yemenê qeyrana însanî heye. Divê em li mexdûrîyeta însanan binêrin; ne li mezheb, ziman û dînê wan."

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Çawa ku me li Endonezya, Arakan û Somalîyê ji însanan re alîkarî kir, bi heman awayî em ê li gor derfet û qeweta xwe li Yemenê jî alîkarîyan bikin û înşallah ew ê ev alîkarî berdewam bike."(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir