• DOLAR 32.604
  • EURO 34.794
  • ALTIN 2488.601
  • ...
SON DAKİKA
Rêjeya bêkarîyê li gorî sala borî zêde bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha tîrmehê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha tîrmehê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî ji sedî 10,8 zêde bû.

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha tîrmehê ya sala 2018an de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî 88 hezar  zêde bû û hêjmara bêkaran derket 3 milyon  û 531 kesan.

Rêjeya îstîhdamê zêde bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha tîrmehê de li gor heman meha sala borî 507 hezar kes zêde bû û derket 29 milyon û 265 kesan.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir