• DOLAR 32.516
  • EURO 34.802
  • ALTIN 2428.624
  • ...
Hejmara kesên ku li Iraqê ji ava vexwarinê bi jehrê ketin derket 111 hezaran
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Ofîsa Basrayê ya Komîsertîya Mafên Însanan ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hejmara kesên ku ji ber ava vexwarinê ya ku vexwarin bi jehrê ketin û hatin rakirin nexweşxanê derket 111 hezaran.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ev problem digel ku bi mehan bê zanîn jî heta niha tu gavên muhîm nehatine avêtin.

Li gor agahîyên ku ji teref rayedaran ve tên belavkirin ji ber ku mekteb vebûne gelek zêde xwendekar bi jehrê ketine.

Li Basrayê ev bi mehan e ku ava paqij a vexwarinê nikare bê peydekirin. Li hinek taxên Basrayê ava ku heye tu ferqa wê ji ava selebê tune ye.

Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê bi daxuyanîya ku belav kir îddîa kir li girî mehên borî bijehrê ketin kêm bûne.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir