• DOLAR 32.534
  • EURO 34.807
  • ALTIN 2432.89
  • ...
 "Temamê amelên ku ne li gor eqîdê bin li ba Xweda ne maqbûl in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve li Diyarbekirê 3yemîn Hevdîtinên Aliman bi beşdarbûna alimên ji çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike. Di roja duyemîn a hevdîtinê de Berpirsê  Mekteba Islah û Dawetê yê Herakata Îslamî  yê ku ji Kurdistana Iraqê beşdarî hevdîtinê bû axavtinek kir û di axavtina xwe ya bi sernava "Eqîdeya Sehîh a Îslamê û Wezîfeya Dawetê" de balan kişand li ser ehemîyeta eqîdeya Îslamê.

 "Evd bê eqîde û rûh jî bê beden nabe"

Mirad di destpêka axavtina xwe de  ji ber ku bernameyeke wisa hatiye tertîpkirin ji Yekîtîya Alim û Medreseyan re spas kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Evd bê eqîde û rûh jî bê beden nabe. Lewra eqîde şerta qebûlbûna temamê amelan e.Lewra temamê amelên ku ne li gor eqîdê bin li ba Xweda ne maqbûl in. Rebbê me di Qur'ana Kerîm de wiha ferman dike 'Çi pîrek û çi jî zilam be, ji her duyan kî/ê ameleke salih bike û vê yekê bi îmanê bike em ê jê re jiyaneke xweş amade bikin.' Ji ber vê yekê alimên ehlê sunnetê vê gotinê bi kar tînin ' Eqîdeya Îslamê beramberê 6 ruknên Îslamê ye.'Ev jî ji Xweda re, ji melekan re, ji pêxemberan re, ji roja axretê re û ji şer û xêra qederê re îman kirine."

"Bawerîya sexlem û qewî ew eqîdeya ku çavkanîya wê Qur'an û sunnet e"

Mirad di berdewama axavtina xwe de diyar kir çavkanîya gotinên ehlê sunnet û cemaatê Qur'ana Kerîm e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bi heman awayî çavkanîya gotinên ehlê sunnet û cemaatê;eshab û tabîîn e. Eqîdeya me eqîdeya Îmam Malîk, Îmam Ebû Hanîfe, Îmam Şafîî, Îmam Sufyanç Sewr, Îmam Lays, Îmam Sad û ya Îmam Nîcîrî ye.Fikra wan a hevpar ev e:  Bawerîya sexlem û qewî ew eqîdeya ku çavkanîya wê Qur'an û sunnet e. Ew kesên ku bawer dikin Xweda Rebbê wan e û xwedîyê hukm e û yê ku dide û distîne ew e, mutleqe hezkirina Xwedê mezin dibîne."(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir