• DOLAR 32.593
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2423.781
  • ...
 "Ger alim ji xwe re sefekê bihilbijêre divê ew sef a xelkê be ne ya serokan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Reşîd Taha Osmanê Endamê Yekîtîya Alimên Misliman ê Cîhanê, piştî niştina duyemîn a Hevdîtina Aliman a 3yemîn a ku ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve tê terîtpkirin derbarê wezîfe, erk û rola alimên Îslamê de axavtinek kir.

"Ger alim ji xwe re sefekê bihilbijêre divê ew sef a xelkê be ne ya serokan"

Osman di axavtina xwe ya ku di bernamê de kir de hedîsa "Alim warisên pêxemberan in" di bîran xistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Kî qedr û qiymetê bide fermanên Xweda ew ê Xweda jî qedr û qiymetê bidiyê. Li ber wî/ê kesê/a ku însanên gelekî mezin biçûk dike. Ger alim ji xwe re sefekê bihilbijêre divê ew sef a xelkê be ne ya serokan. Zêdetirî 70 sazîyên navneteweyî û herêmî li ummeta Îslamê hene. Mixabin exlebeyên wan qerara xwe bi xwe bi tena serê xwe nikarin bidin.Lewra ne xweser in.Di bin fermanê wan kesên ku welatên Îslamê îdare dikin de ne. Lê belê pêxember bi keda xwe hewl didan debara xwe bikin. Divê em jî wisa bin. Divê alim li sefa xelkê be û di navbera axret û dinyayê axretê bihilbijêre. Divê li ser pîyan bi şikleke zexm bisekine."

 "Divê em wan qanûnên Xwedê bixwînin, heke na em ê bibin ji wan kesên ku di dîrokê de hatine jibîrkirin"

Osman di berdewama axavtina xwe de diyar kir 'Ger îro li îsraîlê hahamekî cihû bimeşe ew ê wesayîtên di rê de bisekinin' û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev sekna wan bes ji ber hurmeta li hember wî kesê haham e. Ev yek nîşanî me dide ku ka ew çi qas zêde qedr û qiymet didin alimên xwe. Ev îsraîlê ku hejmara wê kêm û hindik e, digel hindikbûna xwe zilmê li Mislimanên ku hejmara wan ji milyonan zêdetir in dike û astengîyan derdixe pêşîya wan. Lê li ba me çawa ye halê aliman; li ba me dema ku alimek derbasî wî alîyê din a rê bibe, ger li derdora xwe nenêre dê din wesayîtê de bimîne. DÎroka sunneta Xweda ye, nîşaneya qanûnên ku nayên guhartin e. Divê em wan qanûnên Xwedê bixwînin, heke na em ê bibin ji wan kesên ku di dîrokê de hatine jibîrkirin. Xweda wisa ferman dike 'Bêşiphe kesên zalim dê iflah nebin.' Em vê qanûna Xwedê dizanin. Di dîrokê de ew kesên zalim îflah nebûn. Ev tê wê wateyê ku dê îro jî îflah nebin."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir