• DOLAR 32.579
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2424.01
  • ...
 "Ger alimên me xweser bana dibû ku ev zehmetî bi serê me de nehatibana"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hevdîtina Aliman a 3yemîn berdewam dike. Şêx Zahid Xeznewîyê ku ji Kurdistana Sûrîyê beşdarî Hevdîtina Aliman a 3yemîn bû, di bernamê de pêşkêşîyek kir û balan kişand li ser sedemên zehmetîyên ku Misliman dikşînin.

"Bêşiphe gelek zehmetî derdikevin li pêşîya aliman"

Xeznewî di destpêk axavtina xwe de diyar kir ew wezîfeya aliman a ku dikin a pêxemberan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Wezîfeya aliman di nav Mislimanan de tesîskirina yekîtîyê ye û tetbîqkirina wê hiqûqa ji teref Xweda ve hatiye şandin e. Bêşiphe gelek zehmetî derdikevin li pêşîya aliman. Di dema xebatan de bendên siyasî û civakî derdikevin li pêşîya wan û li rasta gelek problem û zehmetîyan tên. Bêşiphe tiştê ku dibe sedem alim ev qas zehmetîyan bikşînin di nav aliman de tunebûna tifaqê ye. Em li vê derê bo dînê mubîn li hev civîyan. Ger xeletîyek an jî kêmasîyeke me hebe divê em vê yekê biaxivin û sererast bikin."

 "Kesên emperyalîst dixwazin ku civaka Îslamê bo wan bibin parîyên biçûk da ku bi hêsanî karibin bên qurpandin"

Şêx Zahid Xeznewî di berdewama axavtina xwe de diyar kir emperyalîst dixebitin da ku rêya aliman bigirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Kesên emperyalîst li Xerbê ala laîktîyê dihajînin û pêşîya Mislimanan asê dikin. Hew didin tesîra aliman kêm bibkin.  Wan daxwazên xwe yên nemerdî jî bi êrîşa ku li aliman dikin, hewl didin bikin. Bi vê yekê tê xwestin ku ew îmana di qelbê nesla ciwan de bê kuştin. Kesên emperyalîst dixwazin ku civaka Îslamê bo wan bibin parîyên biçûk da ku bi hêsanî karibin bên qurpandin. Mixabin a niha bi dezgeha ku ji Xerbê re dixebite, pêşîya aliman tê girtin. Ev problemên me yên ku divê bên çareserkirin in.  Li hember aliman şerekî mezin a fikrî hatiye vekirin."

"Ger alimên me xweser bana dibû ku ev zehmetî bi serê me de nehatibana"

Şêx Xeznewî di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser alimên ku ji dewletê re wek karmend dixebitin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Bi vê yekê dixwazin ku aliman di nav civakê de bêqedr û qiymet bikin. Dema ku vê yekê nikaribin bikin vêcarê serî li çekan didin. Alim ji qasa siyasî û civakî hatin dûrxistin. Niha alema Îslamê di rewşeke tevlîhev de ye. Ji problemên mezintirîn yek jî ew ku alim wek karmendê dewletê dixebitin.  Ew kesên ku tayên xwe dabin destê dewletê di warê tetbîqkirina hukmên Îslamê de li paş dimînin. Dema ku ew alimên din li ber serokan radibin, an xaîn tên îlankirin an jî tên îdamkirin  an jî tên cezakirin. Niha em di nav gelek zehmetîyên mezin de ne. Ger alimên me xweser bana dibû ku ev zehmetî bi serê me de nehatibana."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir