• DOLAR 32.581
  • EURO 34.747
  • ALTIN 2486.686
  • ...
 "Perîşanîya ummeta Îslamêji ber xwedîderneketina ilmê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

"Ummeta Îslamê çima di vê halê perîşanîyê de ye?"

Varol di axavtina xwe ya ku di hevdîtinê kir de destnîşan kir ew beşdarî bernameya hevdîtina aliman bûye da ku derdê xwe bibêje û çareyekê bibînin. Varol dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Rewşa alema Îslamê ya ku tê de ye malûmî we tevan e. Em dizanin ku ummeta Îslamê ji teref emperyalîstan ve hatiye îşxalkirin. Îzaha rewşa ku li ber çavan e tuneye. Başe, gelo sedema vê yekê çi ye?  Em dixwazin sedema vê yekê hîn bibin. Ummeta Îslamê çima di vê halê perîşanîyê de ye? Bi qasî min fêm kiriye ji ber ku em di qada ilmî de li paş mane, em di vî halî de ne. Me zexeltî kir, bi tiştên ku kêrî tiştekî nedihatin lebikîn û me ehemîyet neda karên  muhîm.  Ji ber vê yekê ummeta Îslamê di vî halê perîşan de ye."

"Lê belê ew Tatar digel temamê wehşet û şiddeta xwe li ser axên Îslamê nebûna hakim"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir Ewrûpayîyên ku vê yekê fersend dîtin bi dehan caran artêşên xwe şandin bi ser Mislimanan de û dû re wiha got: " Lê belê di her cara ku êrîşî me kirin de mexlûb bûn û bi paşve vegerîyan. Kesên ku venegerîyan jî bûne Misliman. Tatar û Moxolan Mislimanan qetil kirin. Lê belê ew Tatar digel temamê wehşet û şiddeta xwe li ser axên Îslamê nebûna hakim. Exlebeyê wan bûn Misliman û bûn xizmetkarê Îslamê. Çima?  Misliman zana bûn, dixwandin. Ew cahil bûn, Tatar û Moxol cahil bûn. Misliman alim bûn. Ji hêla maddî vê bûn xalib, lê di warê ilmê de em li hember wan bûn xalib. Me dersa dan wan û heqqê nîşanî wan da. Lewra me bi heqîyê dizanibû.  Ew Tatarên ku wehş bûn, digel temamê cinayetên xwe qefl bi qefl bûn Misliman û ji Îslamê re xizmet kirin û di nav civaka Îslamê de kelijîn."

 "Pêşî hêlên zeîf ên Misliman hîn bûn û dû re li hember wan şer dan destpêkirin"

Mela Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir di her dewrê de Xerbê xebat kirine da ku li ser Mislimanan bibe hakim û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Xerbî hatin ba hev û gotin 'Bi çi awayî be divê em li ser Mislimanan bibin hakim. Em mesrefê dikin, memleketên wan ji destên wan distînin, lê em nikarin li wan deran bi cî bibin. Misliman li pey Îslamê diçin, Qur'anê taqîb dikin. Em tu carî nikarin Mislimanan bi vî şiklî mexlûb bikin.' û taqtîkên xwe yên herbê guhartin. Xwendayên xwe bo dîroka Îslamê hîn bibin wek şarkîyatnas wezîfedar kirin. Misliman bi maddîyata Ewrûpayê xapîn. Ewrûpayî xwendin, pêşve çûn, him ilmên Îslamî û him jî ilmên fennî xwendin. Bi ilmên fennî di warê teknolojî û çekan de pêşve çûn. Ilmên Îslamî û rojhilatê jî xwendin û wan hêlên zeîf ên Mislimanan û îhtîlafên di nav wan de tespît kirin. Dû re jî di wê sahayê de bi Mislimanan re şer kirin. Ji dîroka berîya Îslamî ya her milletekî qehremanek derxistin holê. Hinek navên Kurd û Ereban derxistin pêş û li ser wan dîrok nivîsandin. Di çavê wî qewmî de wan kesan wek qehreman îlan kirin."

 "Ewrûpayî bi xebatên xwe Mislimanan  ji Îslamê dûr xistin"

Mela Beşîr Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku Misliman berê xwe dan xefletê, kafir di her qadê de xwe pêşve birin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dû re dest avêtin ilmê hedîsan. Îddîa kirin ku însan ne masûm e û bi edebîyat û îmkanên xwe vê yekê mezintir kirin. Bi xebatên ku kirin îtîmada hedîsê ya li ber çavan însanan kêm kirin.Ravîyên hedîsan wek kesên nebaş nîşan dan û zirar dan bawerîya xelkê ya bi hedîsan. Em di xewa xefletê de bûn. Em  heta Wîyanaya erdnigarîya wan çûn. Lê em xafil bûn. Ew wext qezenckirin û di warê ilmê maddî de pêşve çûn. Çi qas fersend dîtin di warê maddî bi ser me de hatin. Tiştê  ku herî zêde zirar da Mislimanan dûrbûna Mislimanan a ji Îslamê ya ku bi xebatên musteşrîkan hatin kirin e. Haşa, Xweda wek dijminê însanan nîşan dan."

Varol di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser armanca Seîdê Nûrsî ya avakirina Medretuszehra û wiha got:"Projeya Medresetuzzehra projeya îhyakirina medreseyan bû."(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir