• DOLAR 32.558
  • EURO 34.931
  • ALTIN 2436.76
  • ...
Polêsê ku tê îddîakirin Cevzet Soysalî înfaz kiriye mir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cevzet Soysalê ku xwedîyê nasnameya Îslamî bû, ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî di sala 1988an de  hat revandin û hat şehîdkirin. Di wan pêlên dawî de derket holê ku Cevzet Soysal ji teref 6 polêsên FETOyîst ve hatiye revandin û şehîdkirin ku tê diyarkirin polêsê bi navê Bîlal Ozdal jî yek ji wan polêsên FETOyîst ên ku Cevzat Soysal şehîd kirin e ku ev 6 polês berî niha hatibûn binçavkirin.

Berî niha Hulusî Cemîl Altinliyê ku îstîxbaratvan e û derbarê cinayeta Cevzet Soysal de axivî derbarê mijarê de wiha axivî: " Ji ber ku Bîlal Ozdal di dema îşkencê de bi Kurdî axivîye deşîfre bû. Ji ber vê yekê  Bîlal bi xwe rewşê ji Fethullah Gulenî re got  û Ozdal bi talîmata ku ji Gulen bi xwe hat stûyê Cevzet Soysal hat şikand û ew înfaz kir."

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Bîlal Ozdalê ku bersûcê qatil ê Cevzet Soysal e û di Midûrtîya Ewlehîya Bajêra Entalyayê dixebitî doh ji ber ku damara wî ketîye mir.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir