• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Temamê malbata min an hat girtin an jî ji teref hikûmeta Çînê ve hat kuştin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Adil Abdulqadirê ku eslê xwe ji Hotema bajêra Tirkîstana Rojilat e û karê ticaretê dike derbarê zilmên ku ji teref Çîna komunîst ve li Mislimanan tê kirin de ji ÎLKHAyê re axivî.  Abdulqadir di daxuyanîya ku da de balan kişand li ser zilm û zordarî, îşkence û zextên ku ji teref Çîna komunîst ve li Mislimanan tên kirin û got "Temamê malbata min an hat girtin an jî ji teref hikûmeta Çînê ve hat kuştin."

"Li hember Mislimanên Uygur polîtîkaya îmhakirina ji berê ve hat destpêkirin"

Abdulqadir di axavtina xwe de diyar kir di van salên dawî de li Tirkîstana Rojhilat zilmên gelekî giran tên kirin û dû re derbarê tiştên ku hatine serê wî de wiha axivî: "Li Tirkistana Rojhilat zilmek dest pê kir  û ev du sal in ku bi şikleke giran berdewam dike. Ji ber ku hikûmeta Çînê destûrê nade zêdetirî 2 zarok dema ku xanima min bi hemil ma, min ew anî Tirkîyê. Lewra ger ji vê yekê haya wan çêbûbaba dê derzî lê dabana û ew ê zarok di zikê diya xwe de kuştibana. Ji ber vê yekê min zarokên xwe li wê derê hişt û ez û xanima xwe pêkve hatin vê derê. Di sala 2017an de dema ku projeya Rêya Hevrişîmê hat destpêkirin, li hember Mislimanên Uygur polîtîkaya îmhakirinê ya ji berê ve hat destpêkirin. Di vê projeyê de wan Uygurên ku li hember xwe tehdîd didîtin an avêtin hepsê an jî ew kuştin. Zilmên ku kirin wek jenosîdê bû."

"Zarokên min ji ber ku dê û bavên wan ne li ba wan in ji teref hikûmeta Çînê ve di malên islahê de li gor îdeolojîyên wan tên mezinkirin"

Mislimanên Uygur Ebdulqadir di dawîya axavtina xwe de diyar kir di vê pêvajoyê de ji dîya wî re 12 sal û ji xanima wî re jî 20 sal ceza hatiye dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Xweha min di bin îşkenceyan de hat şehîdkirin. Zarokên min avêtin girtîgehê. Birayê min di hepsê de ye. Ango malbata min an di girtîgehan de an jî ji teref hikûmeta Çînê ve hatin kuştin. Ez, xanima min û zarokê me yê ku çêbûye pêkve li vê derê ne. Xanima min a duduyan û temamê malbata min ên mayî li wê derê ne. Zarokên min ji ber ku dê û bavên wan ne li ba wan in ji teref hikûmeta Çînê ve di malên islahê de li gor îdeolojîyên wan tên mezinkirin. Dînê wan bi temametî bi wan didin jibîrkirin û ew bêdîn dikin. Ji ber bûyerên ku pêk hatin psîkolojîya xanima min xera bûye û li cihekî ji min cihê dimîne. Malbata min belav bû. Cihekî ku em xwe pê bigirin û bawerîya xwe pê binîn nema."(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir