• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
 "Divê mexdûrîyeta girtîyên hikûmxarîyên dîndar bi lez bê çareserkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Mîrxan Ozbeklîyê Koordînatorê Giştî yê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê ve derbarê mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ve daxuyanîyek hat dayîn. Parêzer Ozbeklî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir divê mexdûrîyeta girtîyên hikûmxarîyên dîndar bi lez bê çareserkirin ku dewlet di dikare bi kirina beyana îradê vê meselê çareser bike.

Ozbeklî diyar kir mexdûrîyeta girtîyên hikûmxar ên dîndar meseleyeke muhîm e ku divê li ser vê yekê bê axavtin. Parêzer Ozbeklî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hetas îro tu kes di vî warî de gaveke xwedîderketinê bo van mexdûran neavêt û daxuyanîyeke ku pê li wan xwedî derkevin nedan.  Em çima ehemîyetê didin vê meselê. Lewra koma 28ê Sibatê û nexasim jî koma FETO ji bo pêşîya xwe vekin delîlên sexte xistin dosyayê wan, îşkence li wan kirin û bi talîmatan hakiman dan ayarkirin û ceza dan van însanan. Ev dosya yên pêvajoyeke wisa ne ku ji ber vê yekê em ehemîyetê didin van dosyayan."

"Di holê de mexdûrîyetên ciddî hene"

Ozbeklî di berdewama axavtina xwe de diyar kir di holê de mexdûrîyetên ciddî hene ku ji bo mexdûrîyeta girtîyên hikûmxar ên dîndar bi lez bê çareserkirin divê gav bên avêtin. Ozbeklî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Li  gorî min divê dosyayên muwekkîlên me bi taybet  bên nirxandin. Wek mînak; di wê dosyaya Sêwasê de di warê darizandinê de pirsên ku bersivên wan nehatiye dayîn û mijarên ku zelal nebûne hene. Ji ber vê yekê mexdûrîyeta girtîyên hikûmxar ên dîndar divê bi lez bê çareserkirin. Fikra min bi xwe ye; dikarin di cezayan de kêmkirinan bikin û dikarin wan kesên  ku nîvê cezaya xwe razene yan jî ji paran parekî cezaya xwe razane tahlîye bikin. Çima pêdivî bi tahlîyeyan heye? Lewra di holê de mexdûrîyetên ciddî hene. Em niha jî dibin şahid ku polês dokumanan amade dike û weke ku ji rêxistinekê jê re talîmat hatiye belgeyan amade dike û dixe nav dosyaya dozê. Derheqê van dosyayan de ceza hatiye dayîn ji kesên mexdûr re."

 "Ji me re gotin ku em ê meselê hal bikin, lê çareser nekirin"

Ozbeklî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew berî niha ji bo mexdûrîyet bên çareserkirin di bin banê Yusufî-Derê de xebatên xwe didomandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Wê demê hinek medya destek dan me. Xebatên me gihaştin astekê ku wê demê Enqere ji me re got 'Bi sebir bin, em ê vê meselê çareser bikin.' Her çi qas ne li ber çavê raya giştî be jî soz dan me. Lê belê dema ku me xebatên xwe sekinand, ew vegerîyên li ser sehra xwe yan berê."

Ozbeklî di dawîya axavtina xwe de ji xeynî mexdûrîyeta girtîyên hikûmxar ên dîndar balan kişand li ser meseleya Şêx Seîd, Roboskî û Tahir Elçî û wisa got: " Divê ji ber van mexdûrîyetên ku pêk hatine divê îqtîdar ji malbatên wan kesan lêborîna xwe bixwaze."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir