"Pêşbirka Hafiztîyê ya Mêran a Fînala Tirkîyê" li Diyarbekirê hat tertîpkirin
"Pêşbirka Hafiztîyê ya Mêran a Fînala Tirkîyê" ya ku ji teref Serokatîya Karên Dîyanetê ve tê tertîpkirin li Diyarbekirê hat kirin.
Ji 7 bajêran pêşbirkvan beşdarî "Pêşbirka Hafiztîyê ya Mêran a Fînala Tirkîyê" ya ku li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê hat terîtpkirin bûn. Alîkarê Serokê Karên Diyanetê Burhan Îşlîyen, Miftîyê Bajêr Yavuz Selîm Karabayir, Serokwekîlê Şaredarîya Mezin ê Diyarbekirê Cuma Atîlla û malbat û xoceyên pêşbirkvanan û welatî beşdarî bernamê bûn.
Berîya pêşbirkê Alîkarê Serokê Karên Diyanetê Burhan Îşlîyen axavtinek kir û diyar kir "Armanca bernameyan teşwîq in da ku zarokên me berê xwe bidin Qur'ana Kerîm û hezkirina wan a Qur'ana Kerîm zêde bibe."
Miftîyê Bajêr Yavuz Selîm Karabayir jî di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir Diyarbekir ji roja ku hatiye fetihkirin vir ve bê azan nemaye û dû re wiha got: " Xortanîyeke nû ya ku muhattaba wehyê be dê bê perwerdekirin."
Piştî axavtinên ku hatin kirin re 7 hafiz dest bi pêşbirka "Pêşbirka Hafiztîyê ya Mêran a Fînala Tirkîyê" kirin ku temenê exlebeyê wan biçûk bû. Di encama pêşbirka ku hat kirin de ji Amasyayê Esad Gokçe bû 1emîn, ji Stenbolê Mustafa Şîrîn bû 2yemîn û ji Duzceyê Hamza Oztaş bû 3yemîn.
Bername di diaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)