• DOLAR 32.406
  • EURO 35.247
  • ALTIN 2324.282
  • ...
 "Em dixwazin ku ev zilm êdî bi dawî bibe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şeyhmus Alpsoyê ku ji ber nasname û hesasîyetên xwe yên Îslamî di encama komplo û kumpasên  daraza FETO û darbekerên 28ê Sibatê hat girtin û ev 19 sal e ku di girtîgehê de tê girtin her ku diçe nexweşîya wî ya qenserê lê zêde dike û mexdûrîyeta wî berdewam dike. Digel ku polês, hakim û dozgerên ku ceza dan wî ji wezîfê hatibin girtin û hatibin xistin girtîgehê jî Şeyhmus Alpsoy hêj di girtîgehê de tê girtin.

Suad Alpsoya ku xaniman Şeyhmus Alpsoyî ye, derbarê rewşa zilamê xwe de diyar kir zilamê wê bi êşa qenserê ketiye û di girtîgehê de ji mirinê re hatiye terkkirin. Alpsoy her wisa diyar kir niha tedawîya zilamê wê li nexweşxaneya kampusa Girtîgeha Tîpa F1 a Sîncanê tê kirin ku li wê derê nexweşekî ji rêzê jî nikare îdare bike; lewra şert û mercên wê qet nebaş in.

"Tu kes ne halê me dibîne û ne jî dengê me dibihîze"

Alpsoy di daxuyanîya ku derbarê mijarê de da ÎLKHAyê de diyar kir êdî tiştekî ku bê gotin nemaye û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Em her roj mexdûrîyeta ku em dijîn tînin ziman. Tu kes ne halê me dibîne û ne jî dengê me dibihîze. Li hember me xwe ker û lal kirine. Niha qaşo tê tedawîkirin, lê navê wê tedawî ye. Tiştekî bo gotinê êdî nemaye. Dema ku dibin nexweşxanê jî torbe bi her du alîyên wî ve girêdayî ne û di wî halî de wî di nava wesayîtê de dihêlin. Serê şeveqê ew dibin û destê wî kelepçekirî dihêlin û ji wesayîtê peya nakin.. Havînê nava erebê germ û zivistanê jî sar e."

"Min nehişt ku Hîzbûllahî nimêjê bi xwe jî neke!"

Alpsoy di berdewama axavtina xwe de diyar kir di dema xwarinê bi xwe de jî kelepçeyên wî nayên vekirin û dû re axavtina xwe wiha domand: " Nahêlin nimêja xwe jî bike. Zilamê min ji min re qal kir.  Fermandarê ku cara ewil ew biriye ji yê din re weke ku tiştekî baş kiriye gotiye 'Min nehişt ku Hîzbûllahî nimêjê bi xwe jî neke!' Pesna xwe daye û tiştên ku ew kiriye ji wî re gotiye. Em di rewşeke wisa de ne."

"Mixabin li kû derê tiryakfiroşek, dizek, qatilek hebe dê tevekan serbest berdin; lê belê ew ê ew kesên ku bo selameta milletê xebitîne di hundir de bê girtin"

Suad Alpsoy di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku ew diçe ba zilamê xwe lawê wê, dema ku diçe ba lawê xwe jî zilamê wê perîşan dibe. Alpsoy dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Mixabin li kû derê tiryakfiroşek, dizek, qatilek hebe dê tevekan serbest berdin; lê belê ew ê ew kesên ku bo selameta milletê xebitîne di hundir de bê girtin. Ger tiştekî wisa bibe ahê wan dê wanan bişewitîne. Xweda dê vê yekê li ba zaliman nehêle. Heta niha me ji wan re dia kir, destek da wan; lê mixabin me nedîtin û li me xwedî derneketin. Êdî bo gotinê tiştek nemaye."

"Daxwazîya me bes edalet e"

Alpsoya ku zilamê wê belesebeb di girtîgehê de tê girtin diyar kir ew naxwazin bibin serê biskê, bes daxwazeke wan heye ku ew jî edalet e. Alpsoy dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:"Bila bes carekê li dosya wî binêrin. Ger bi rastî jî cezayê heq bike, em ê wê demê nema dengê xwe derxin. Em tiştekî teleb nakin. Lê ger heq nekiribe wê demê vaye dibe 20 sal ku di girtîgehê de tê girtin. Êdî bes ev qasî bi me didin kişandin. Dibe ku emrê wî têra darizandina ji nû ve re jî neke. Xweda dizane, dibe kuçend roj û mehên wî mane. Ji ber vê yekê em dixwazin êdî ev zilm bi dawî bibe. Bila ew kes zanibin ku ev zilma ku dikin dê rojekê berê xwe bide wan."

Suad Alpsoy di dawîya axavtina xwe de qala xwezûrê xwe Mehmet Emîn Alpsoyê 75 salî yê ku digel ku nexweş be jî di girtîgehê de tê girtin ku diyar kir digel ku nexweş be û nexweşîya wî lê zêde kiribe jî di hucrê de tê girtin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir