• DOLAR 32.367
  • EURO 34.986
  • ALTIN 2325.236
  • ...
Ulemayê Endonezyayê derbarê "Fethullah Gulen" de fitû da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Meclîsa Ulemayê Sûfî ya Endonezya ya Asyayê derbarê Fethullah Gulenê serokê FETO de lêkolînek kir û piştî lêkolîn û tehqîqata ku kir re fitû da. Di fitûya ku ji teref Meclîsa Ulemayê Sûfî ya Endonezya ya Asyayê ve derbarê FETO de hat dayîn de hat diyarkirin piştî ku li Tirkîyê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê pêk hat û di wê teşebûsê de 258 kes jiyana xwe ji dest dan re derbarê wan de lêkolîneke berfireh hatiye kirin.

 "Fethullah Gulen di tefsîrên ayetên Qur'anê de tahrîfatên ciddî kiriye"

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di çarçoveya van xalên li jêrê de fitû hatiye dayîn:

"Fethullah Gulen di tefsîrên ayetên Qur'anê de tahrîfatên ciddî kiriye. Ew tiştên ku ew bi xwe dibêje zirarê didin aqîdeya Îslamê ya ku çavkanîya wê Qur'an û Sunnet e.

 Fethullah Gulen di destpêkê de ji tiştên ku vedigot re Seîdê Nûrsî çavkanî nîşan dida. Lê belê dema ku lêkolîn bê kirin ew ê bê dîtin ku nêrînên Seîdê Nûrsî tehrîf kiriye û vê yekê jî ji bo bala ummeta Îslamê, xortên Misliman û nexasim jî ji bo bala xwendekarên zanîngehê bikşîne li ser xwe kiriye.

Hareketa Fethullah Gulen bes ne hareketek dînî û organîzasyoneke civakî nîne. Ew pêkhatîya ku qala wê tê kirin têkîlî û pêwendîyên wî yên bi hêz û qewet bi komên siyonîst re heye û xwe di pey pêkhatîyên dînî û civakî de vedişêre.

Temamê wan fealîyetên ku Fethullah Gulen û takîpkerên wî dikin û beşdarbûna van fealîyetan heram e. Divê Fethullah Gulen tewbe bike  û divê hisabê wan tiştên ku kiriye ji temamê Mislimanên cîhanê re bide. Nexasim divê hisabê wan tiştên ku di 15ê Tîrmeha sala 2016an kiriye bide Tirkîyê."

Di dawîya fitûya ku hatiye dayîn de wiha hat gotin: "Ev fitû bo temamê Mislimanan derbasdar e da ku li gor wê hereket bikin hatiye dayîn. Em di nezda Xweda de mesûlîyeta vê fitûyê digirin li ser xwe."(ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir