• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Çekên giran ji Îdlîbê hatin vekişandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha mutabaqata Îdlîbê ya ku di navbera Tirkîye û Rûsyayê de ji bo êrîşên rejîma Sûrîyê yên li ser Îdlîbê de bên astengkirin hatibû îmzakirin de, komên çekdar ên dijberê rejîma Sûrîyê ji wê herêma bêçekdar a ku dê li Îdlîbê bê damezrandin çekên giran vekişandin. Di nav wan çekên giran de hawan, top, tank û  rampayên mûşekan hene.

Derbarê mijarê de Çavdêrxaneya Mafên Însanan a Sûrîyê ya ku navenda wê li Londrayê ye daxuyanîyek da û destnîşan kir vekişîn berî vê 3 rojan dest pê kir û çekên giran ji bakurê Hamayê û ji rojhilata Îdlîbê hatin vekişandin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir