• DOLAR 32.575
  • EURO 34.932
  • ALTIN 2432.882
  • ...
 "Bila edaletê tesîs bikin û Yûsufîyan serbest berdin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mîkaîl Gultepe berî vê 18 salan ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî di pêvajoya 28ê Sibatê de ji teref polêsên FETOyîst ve bi delîlên sexte û bi kumpas û komployan hat girtin û ev 18 sal e ku belesebeb di girtîgehê de tê girtin.Malbata Mîkaîlî daxwaz dike ku bila edalet bê tesîskirin û ewladên wan û Yûsufîyên din ên ku bêsûc û bêguneh in û bi kumpas û komployan hatine girtin demildest bên berdan.

Remezan Gultepeyê bavê Mîkaîl Gultepeyî derbarê mexdûrîyeta lawê xwe diyar kir ewladê wî di pêvajoya 28ê Sibatê de hatiye girtin û ew nêzî 3 rojan jê xeber nestandine.

"Polês hatin mala me û gef li me xwarin da ku lawê min cardin neçe camîyê û dersa Qur'ana Kerîm nede"

Bav Remezan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew xebara binçavîya lawê xwe ji polêsan hîn bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dema ku xebera wî hat, me nizanibûn ka çi bikin.Polês hatin mala me û gef li me xwarin da ku lawê min cardin neçe camîyê û dersa Qur'ana Kerîm nede. Lawê min îmam xatîp dixwend. Baş e, gelo ma xwendina Qur'ana Kerîm  qedexe ye? Naxêr, lê belê 30 sal ceza dan wî. Ev bû 18 sal ku di girtîgehê de tê girtin."

"Bila edalet bê tesîskirin û Yûsufî demildest bên berdan"

Gultepe diyar kir çawa ku lawê wî mexdûr be bi heman awayî ew Yûsufîyên din ên ku girtî ne jî mexdûr in û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: "Xanima min ji ber hesreta lawê xwe rehmet kir. Lawê min tu kesî nekuştiye. Belesebeb di girtîgehê de ye. Malbat mexdûr in. Em ji Serokomar Erdogan teleb dikin; bila edalet bê tesîskirin û Yûsufî demildest bên berdan."

"Çûyîna camîyê û xwendina Qur'anê ne sûc e"

Nacîye Supurgecîya ku xaltîya Mîkaîl Gutepeyî ye jî derbarê mijarê de diyar kir birazîyê wê ev bû 18 sal ku belesebeb di girtîgehê de tê girtin. Xaltîya Nacîya dû re axavtina xwe wiha domand: "Çûyîna camîyê û xwendina Qur'anê ne sûc e. Lê belê van tiştan sûc qebûl dikin. Ji ser dawata wî mehek derbas bû ew avêtin girtîgehê. Dîya wî ji derdê wî wedat kir. Nehiştin ku dîya xwe bibîne. Yûsufî ji ber ku di rêya Xweda de dimeşin di girtîgehê de ne. Xanim, bav û malbata wî heye; tev mexdûr dibin. Xort di girtîgehê de extîyar dibin. Çareya me Xweda ye; lê belê Serokomar jî sebebek e. Êdî pêwîst e ku ew bên berdan."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir