Li 8 bajêran operasyona PKKê: 90
Di operasyonênku li 8 bajêran li dijî PKKê hatin lidarxistin de 90 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin di bergeha deşîfre û astengkirina fealîyetên PKKê de li 8 bajêran operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonên ku li 8 bajêran hatin lidarxistin de tevde 90 kes hatin binçavkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Derve ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin di operasyonên ku doh êvarî li 8 bajêran hatin lidarxistin de li Diyarbekirê 80, li Stenbolê 3, li Wanê 2, li Şirnexê kesek, li Rihayê kesek, li Êlihê kesek, li Mêrsînê kesek û li Mêrdînê jî kesek hatin binçavkirin.(ÎLKHA)