• DOLAR 32.56
  • EURO 34.864
  • ALTIN 2427.201
  • ...
Li Endonezyayê ji ber erdhejê 2 hezar kes jiyana xwe ji dest dan 5 hezar kes jî winda bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di erdhej û tsunamîya ku li Girava Sulawesîya Endonezyayê pêk hat de her ku diçe hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibe. Li gor agahîyên ku herî dawî hatine wergirtin ji ber erdhej û tsunamîyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 2 hezaran û hejmara kesên winda jî bû 5 hezar.

Li gor agahîyên ku ji teref rayedaran ve hatine belavkirin her ku diçe hejmara mirî, winda û birîndaran zêde dibe.

Berdevkê Ajansa Birêveberîya Afeta Neteweyî Sutopo Purwo Nugroho derbarê mijarê de diyar kir ji ber erdhej û tsunamîyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezaran û hejmara kesên winda jî bû 5 hezar. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir