Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê "hilbijartinên mehelî" de daxuyanî da
Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglamdestnîşan kir " Em ê di van rojên pêşîya me de Lijneya xwe ya Îdareya Giştî kom bikin û derbarê hilbijartinên di pêşîya me de îstîşare bikin."
Doh li Enqerê Kongreya Mezin a Asayî ya 3yemîn a HUDA PARê hat tertîpkirin û di encama dengdayîna ku di kongrê hat kirin de ji Serokatîya Giştî yê HUDA PARê re Parêzer Îshak Saglam hat hilbijartin. Saglam piştî ku serokê giştî hat hilbijartin re nirxandina xwe ya ewil a derbarê hilbijartinên mehelî de ji ÎLKHAyê re kir.
Saglam di daxuyanîya ku da de destnîşan kir înşallah em ê wezîfê dewir bistînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Piştî ku me wezîfê dewir stand re, em ê Lijneya Giştî ya Îdarê kom bikin û tiştên ku dê em ê di hilbijartinan de bikin binirxînin. Ji bo em ji xelkê xwe re zêdetir xizmetê bikin li hev bicivin û bo vê yekê em ê xalan diyar bikin û binirxînin. Ez bawer dikim, em ê bi piştgirîya xelkê xwe, bi fedakarî û xîreta hevalên xwe di rêya ji xelkê re xizmetê de gelek tiştên baş û serkeftî bikin."
"Em ê li her navçe û bajarên Tirkîyê rêxistî bibin"
Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir niha pêvajoya hilbijartinên mehelî dest pê kiriye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Em ê pêşî wan nirxandinên teşîkîlatên xwe yên derbarê hilbijartinên mehelî de hatiye amadekirin bixin rewacê. Em ê li her navçe û bajarên Tirkîyê rêxistî bibin. Piştî vê pêvajoya hilbijartinên ger kêmasîyên me hebin, em ê di vî warî de gav bavêjin û hewl bidin da ku kêmasîyên xwe ji holê rakin. Şert û merc giran in. Ji ber wê yekê ez ji teşkîlatên me re dibêjim; em ê pir bixebitin û zêdetir fekarîyê bikin da ku em vê kêmasîyê û valahîyê tije bikin."(ÎLKHA)