• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Xwîna Mislimanan jehr e, kesên ku destê wan bi xwîna Mislimanan bûye tu carî îflah nebûne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber minasebera salvegera şehadeta Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6-8ê Cotmehê de ji teref HDP/PKKyîyên hov ve bi şikleke wehşîyane hatin qetilkirin ji teref Platforma Kerwana Şehîdan ve bernameyek hat tertîpkirin. Nas û malbat û hezkirîyên şehîdan beşdarî bernameya ku li Goristana Yenîkoyê hat tertîpkirin bûn.

"Aqûbeta wan kesên ku ji Xweda re neyartî dikin jî xusran e"

Ji alim û rsîpîyên herêmê Mihemed Beşîr Varolê ku bi navê Mela Mizgîn tê naskirin jî di bernameyaa bîranînê de axavtinek kir. Mela Mizgîn di destpêka axavtina xwe de diyar kir divê ji dîrokê ders bê girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Divê em ji van meseleyan ders bigirin. Divê Misliman û kafir ji pêvajoya xuliqandina kaînatê heta niha û ji dîorka Îslamê ders bigirin. Misliman bi navê  Xweda û dînê Wî bê bilindkirin dixebitin. Ew kesên ku li ber Mislimanan micadele dikin û ji wan re dijminantîyê dike ji Xweda re neyartîyê dikin. Aqûbeta wan kesên ku ji Xweda re neyartî dikin jî xusran e."

"Eqlê kafiran çavên wan e, ji hêla zahirî ve dinêrin"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew PKKyê ku di salên 90î de xwe mezin didît xusran bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Gelek çekên wan ên giran hebûn, lê yên Mislimanan ne kêrek ne jî çekek hebû. Bi wê xurur û qurebûnê di ser Mislimanan de dihatin. Çi qas Misliman ji wan re gotibin 'Bila fitne derneyê, bila tu kes neyê kuştin, werin em bi fikrên xwe xeber bidin. Hûn fikrê xwe bibêjin, em jî Îslama ku doza me ye bibêjin. Serî li tundîyê nedin' dîsa jî van tiştan piştguh kirin û tizanên xwe bi Mislimanan kirin. PKK, Mislimanan zeîf û bêqewet didît, lê aqûbeta wî çawa bû? Xweda Mislimanan li hember PKKê xalib kir, dinya ji wan re teng bû, belavî çar alîyê dinyayê bûn, rezîl û perîşan bûn. Ew her tim di vê mijarê de şaş dibin. Lewra ew bi çavê maddîyatê li meselê dinêrin. Lewra eqlê kafiran çavên wan e, ji hêla zahirî ve li meselê dinêrin. Wê çaxê digotin ' Çek û sîlehên van Mislimanan tune ye, hêza wan tune ye, zeîf in. Tu dewleteke emperyalîst ne li pey pişta wan e. Amerîka destekê nade wan û dijminê wan e. Ew ê çawa karibin li ber me re rabin?' Lê belê ji bîr kiribûn ku ew Rebbê aleman ê ku nefs di destên Wî de ye û bêyî xebera Wî pelek bi xwe jî ji darê nakeve, li pey Misliman e. Vaye, ew Mislimanên ku vê hêzê li pey xwe hîs dikirin û bi vê yekê bawer kiribûn, bi tu şiklî ji zilm û kufra kafiran neditirsiyan. Misliman bi vî awayî cesûr û egîd in, temamê dinyayê derkeve pêşberî wan qet natirsin. Lewra kesê ku Rebbê xwe nas bike ji tu hêzî natirse."

 "Ew kesên ku dixwazin li dinyayê ezîz bibin divê bi şikleke jidayî xwe bi Îslamê bigirin"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir axên Mislimanan ji teref PKKê ve ji hêzên Xerbî re hatine pêşkêşkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " PKK, îro jî pêşîvantîya kufr, zilm û îşxalê dike.Mislimanan şehîd dike. Dibêjin 'Êzîdî birayên me ne.' Lê belê wan Mislimanên ku ji Rebbê xwe re secde dikin dijmin dibînin. Ji ber vê yekê Xweda ew rezîl û ruswa kirin. Dema ku ew têr nekirin, vêcarê Ergenekon derket holê û li hember Mislimanan dest bi neyartîyê kir. Piştî ku PKK mexlûb bû re vêcar Ergenekon bi ser Mislimanan de hat. Kesên Ergenekovan, îftîra avêtin Mislimanan, ew revandin û ew kuştin. Bi şikleke bê qanûn Mislimanan avêtin zindanan. Sileh avêtin malên Mislimanan û gotin 'Me di mala wan de sileh bi dest xist.' Îşkenceyên gelekî mezin li Mislimanan kirin û xwestin ew bikin sîxûr. Temamê pisîtîyan kirin, lê îro perîşan bûn. Xweda ew zilma ku li Mislimanan kirin di çavên wan de derxist. Misliman ji van axan re û ji ummeta Îslamê re xwedîtî kirin û li ber zilma kufrê serî netewandin. Ew kes xwestin ku axên Mislimanan ji teref emperyalîstan ve bê dabeşkirin û îşxalkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Mislimanan bo millet ezîz bibe, bo  şerîata Resûlullah û Qur'anê xwe feda kirin. Ew kesên ku qaşo dozên wan Îslam bû, bi televîzyon, leşker û sûxûrên xwe û digel temamê derfetên xwe di aleyha Mislimanan gav davêtin û xebatan dikirin. Ew tiştên ku ew bi xwe bidestên xwe kiribûn davêtin stûyê Mislimanan. Misliman hêj ji ber îftîrayên ku ew avêtine di girtîgehê de tên girtin. Xweda heqê Mislimanan ji wan re nehişt. Xwîna Mislimanan jehr e, ew kesên ku destê wan bi xwîna Mislimanan bûye tu carî îflah nebûye. Ew hakim û dozgerê ku 22 ceza dan min, piştî ku ez ji girtîgehê derketim hatin girtin. Ew di girtîgehê de ne û ez jî li derve me. Ji ber wê yekê ew kesên  ku dixwazin li dinyayê ezîz bibin divê bi şikleke jidayî xwe bi Îslamê bigirin û dev ji neyartîya Îslamê berdin."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir