• DOLAR 32.523
  • EURO 34.809
  • ALTIN 2435.632
  • ...
Hamas: Em her tim bo HUDA PARê serkeftinêteleb dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh li Ulusa Enqerê Kongreya Mezin a Asayî ya 3yemîn a HUDA PARê hat tertîpkirin. Samî Ebû Zuhrîyê ku Berdevkê Hamasê jî beşdarî kongreyê bû û axavtinek kir. Di dema axavtina Zyhrî de  kesên beşdarvan bênavber dirûşmeyên mîna "Silav ji Filistînê re, ji berxwedanê re dewam", "bila qehir bibe îsraîl" hatin avêtin.

Zuhrî di destpêka axavtina xwe de diyar kir ji ber ku ew beşdarî kongreyê bûye kêfxweş e û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: "Ez bo we serkeftinê dixwazim. Em bo serkeftina HUDA PARê serkeftinên domdar teleb dikin. Amerîka û îsraîl, Quds û Filistînê têxistin bin zextên xwe. Wek Filistînîyan me sînga xwe daye li ber zextan. Em her tim şehîdan didin. Encax Quds ne tenê paytexta ya Filistînîyan e, bi heman awayî ya temamê Mislimanan e. Em dixwazin him HUDA PAR û him jî temamê partîyên Îslamî destekê bidin vê micadelê. Înşallah ew ê ev kongre bibe wesîleya xêran. Lewra dînê Îslamê zindî ye û dijî. Em ji Xezzê hatin vê derê û bûn mêvanê we."

Zuhrî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo ku îşxala li Filistînê bi dawî bibe ew ê micadeleya xwe bidomînin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Zarok, pîrek, û extiyar û pîr her în bo zextan bişkînin derdikevin kolanan. Em li vê derê bedelên mezin didin. Em ê wek Hamasê vê micadeleya xwe bidomînin. Em bo Filistîn azad bibe micadele dikin. îsraîl Filistîn îşxal kiriye, encax ew ê ev yek heta heta berdewam neke."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir