• DOLAR 32.345
  • EURO 35.088
  • ALTIN 2321.082
  • ...
Hejmara kesên ku di bobelata Endonezyayê de jiyana xwe ji dest dan bû 1944 kes
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di erdhej û tsunamîya ku li Girava Sulawesîya Endonezyayê pêk hat de her ku diçe hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibe. Li gor agahîyên ku herî dawî hatine wergirtin ji ber erdhej û tsunamîyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 944 kesan.

Li gor agahîyên ku ji teref rayedaran ve hatine belavkirin her ku diçe hejmara mirî û birîndaran zêde dibe.

Berdevkê Ajansa Birêveberîya Afeta Neteweyî Sutopo Purwo Nugroho derbarê mijarê de diyar kir ji ber erdhej û tsunamîyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket hezar û 944 kesan û 2 hezar û 549 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir