• DOLAR 32.526
  • EURO 34.788
  • ALTIN 2420.43
  • ...
HUDA PARê mahkûmên Yûsufî yên ku beşdarî tazîya dîya xwe bûn ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Çîgdem û Sadun Çîgdem ev bû 25 sal ku ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî di girtîgehê de tên girtin ku berî vê çendakî dîya wan a ku bi êşa qenserê ketibû jiyana xwe ji dest dabû ku her du bira beşdarî tazîya dêya xwe bûn. Lijneyeke qelebalix a ku di nav de Alîkarên Serokê Giştî yê HUDA PARê jî di nav de bûn Mehmet û Sadun Çîgdemê Yûsufî yên ku berî vê çend rojan diya wan rehmet kiribû û hatibûn tazîya dîya xwe, ziyaret kir. Lijneya HUDA PARê sersaxî da her du birayên Yûsufî.

Di nav lijneya HUDA PARê ya ku çû tazîyê de Serokê Giştî yê Berê yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, Alîkarên Serokê Giştî Mehmet Huseyîn Yilmaz, Bahattîn Temel û partîyî hebûn.

Lijneya HUDA PARê li mala şînê bi her du birayên Yûsufî re hevdîtin  kir, sersaxî da wan û hal û wextê wan pirsî. Piştî hevdîtinê lijneya HUDA PARê bo merhumeyê ji Xweda rehmetê  û bo nasên wê jî sebrê teleb kir.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir