• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Mehkûmên Yûsufî Mehmet û Sadun Çîgdem beşdarî tazîyeya dîya xwe bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dayika Şamsa berî vê çend rojan ji ber ku nexweşîya wê lê zêde kiribû hatibû rakirin nexweşxanê û daxwaz kiribû ku cara dawî her du lawên xwe yên Yûsufî bibîne. Lê belê digel temamê serîlêdanan rayedaran bersiveke erênî nedabûn teleb û daxwaza dayika nexweş.

Şamsa Çîgdema dil bi kul doh na pêr bi hesreta lawên xwe yên Yûsufî çû rehma Xwedê û ji teref hezkirî û naskirîyên xwe ve hat definkirin. Nasên malbata Çîgdemî serî li Serdozgerîya  Komarê ya Sêweregê dan da ku Yûsufîyên bi navê Mehmet û Sadun Çîgdem beşdarî merasîma definkirina dayika xwe bikin; lê belê serîlêdan nehatibû qebûlkirin.

Malbata Yûsufîyan, vêcarê ji bo her du bira beşdarî tazîyeya diya xwe bibin serî li Serdozgerîya  Komarê ya Sêweregê dan. Bi destûra ku hat dayîn û her du bira di bin tedbîrên ewlehîyê de di seat 11.00an de hatin anîn mala şînê.

Her du bira ji teref malbat, naskirî û hevaldozên wan ve bi kêfxweşî hatin pêşîwazîkirin.

Hat hînbûn ew ê her du bira berêvarî dê bin birin girtîgehê. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir