• DOLAR 32.579
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2507.537
  • ...
HDPyîyê ku di ser zinayê de hat girtinhat kêrkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Serokê Navçê yê HDPê yê Kovanciyên Elezîz Resûl Ulker dema ku bi pîreka bî re zîna dikir ji teref lawikê pîreka bî ve hat girtin û hat kêrkirin.

Berî vê çend rojan Serokê Navçê yê HDPê yê Kovanciyên Elezîz Resûl Ulker bi kêran hatibû birîndarkirin ku sedema vê birîndarkirina bi kêran derket holê ku ji ber zinaya ku kiriye ye.

Li gor agahîyên ku ji çavkanîyên mehelî hatine wergirtin şêva 29a Îlonê HDPyîyê 65 salî Resûl Ulkerê ku li gundê Habapa Kovanciyan ji dawetekê derket, çû mala pîreka bi navê P.K. û pê re zina kir.

S.K.yê 16 salî yê ku lawê pîrekê bû diya xwe û Resûlê HDPyî di ser zinayê de girt û ji ber zinaya ku hat kirin Resûlê HDPyî da ber kêran. Di dema bûyerê de pîrekê xwest ku lawê xwe haş bike. Di vê demê de Resûlê HDPyî yê zînakar firsed dît û ji mala pîrekê revîya û ji bo zinaya ku kiriye veşêre xwe li ber mala xwe avêt erdê û gazî muxtarê gund kir û bo karê xwe yê zinayê veşêre ji muxtar re got ku 'kesên rûyên wan nixûmandî ew dane ber kêran." û dû re ji muxtar daxwaz kir ku wî rakirin nexweşxanê.

Pîreka bî P.K. ji ber ku tirsîya malbata serokê HDPyî zirarê bidin wê û lawê wê bûyerê ji cendirmeyan re vegot. Ji ber vê yekê lawê pîrekê hat binçavkirin û pîrek jî hat xistin bin ewlehîyê.

Hat hînbûn Resûl Ulkerê ku bi pîreka bî re di ser zinê de hat girtin zewicîye û bavê 6 zarokan û niha li nexweşxanê dermankirina wî berdewam dike.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir