• DOLAR 32.506
  • EURO 34.944
  • ALTIN 2439.99
  • ...
 "Em bo Yûsufîyan edalet û hiqûqê dixwazin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê li Êlihê daxuyanîya çapemenîyê li dar xist û balan kişand li ser mexdûrîyeta wan Mislimanên ku ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî bi kumpas û komployan hatin girtin. Înîsîyatîf bo mehkûmên Yûsufî edalet û hiqûqê teleb kir.

Daxuyanîya çapemenîyê li Kolana Gulistanê ya Êlihê hat tertîpkirin. HUDA PAR, sazîyên siwîl ên civakî û gelek hemwelatî beşdarî daxuyanîya çapemenîyê bûn.

Parêzer Serkan Ramanliyê ji parêzerên mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê berîya daxuyanîya çapemenîyê derbarê mijarê de nirxandinek kir û diyar kir "Ev mezlûm di navbera zilma du şebekeyên şer de mane.Bi sedan Misliman zêdetirî 20 salan  bêsûc û belesebeb û bi delîlên sexte di girtîgehan de tên girtin."

Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê Huseyîm Olam li ser navê malbatên mexdûran metna daxuyanîya çapemenîyê xwend. Olam di destpêka daxuyanîyê de diyar kir  hêj tesîra zilma darbekeran berdewam dike û dû re wiha got: " Ew zalim û bêwijdanên ku bêîtîbarkirin û xebatan kirin hewl dan Îslama ezîz nebaş nîşan bidin."

 "Em bo Yûsufîyan edalet û hiqûqê dixwazin"

Olam di berdewama daxuyanîyê de bang li rayadaran kir û ji wan pirsî "Hûn wan qerarên ku ji teref wan hakim û dozgerên ku li hember aktorên 28ê Sibatê diketin amade başê û qerarên wan hakim û dozgerên FETO gelo hiqûqî û adil dibînin?" Olam dû re wiha got: " Ger ev kes li gor hiqûq û edaletê hereket kiribin, wê çaxê hûn çima ji wan re dibêjin terorîst? Ger ew terorîst bin, wê çaxê jî çima hûn wan qerarê wan betal nakin?  Kesên ku ji doza Ergenekon, Balyoz, SÎxûrtî û yên wisa dihatin darizandin bi gotina 'FETO kumpas û komplo saz kiriye' hatin berdan. Hetta hat gotin ev kes hatine mexdûrkirin û tazmînatên gelekî mezin ji wan re hat dayîn. Bi heman awayî ew kesên ku darbekerên 28ê Sibatê bûn tev hatin darizandin û cezaya muebbet ji wan re hat dayîn. Encax digel temamê zilm, neheqî û eziyetên ku ji teref darbekerên zalim ve  li Mislimanan hatin kirin û digel ku ev yek bi delîlan sabît be jî ji yekî ji wan re ceza nehat dayîn. Weke ku serokomar gotiye em jî dibêjin 'ma ev edalet e?' Em bo Yûsufîyan edalet û hiqûqê dixwazin."(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir