• DOLAR 32.377
  • EURO 34.964
  • ALTIN 2325.628
  • ...
"Komîsyonvan û keysperest keda me didizin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cotkarên Mûşî yên ku di nav erdên xwe de sebzeyan diçînin ji bihaya sebzeyan gilîdar in. Lewra li gor ku cotkar dibêjin sebzeyên ku di nav erd de ji wan kîloya wê bi lîreyek an 2 lîreyan tên kirîn di dezgehan de bi 6 lîreyan tê firotin k di sektorê de bes kesên komîsyoncan û keysperest qezanc dikin.

"Bes kesên komîsyonvan û keysperest qezenc û kar dikin"

Cotkarê bi navê Şehabettîn Yeşîlyayla derbarê mijarê de diyar kir ji cotkar re tu kar namîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Me di serê meha tebaxê de dest bi berhevkirina mehsûlê kir. Dema ku me dest bi berhevkirina sebzeyan kir, ji ber ku di pîyasê de firingî gelekî zêde hebû, me kîloya wê bi milyonekê dida. Piştî heftîyekê li Idîr, Xarpêt û Bingolê êş derket holê. Bes herêma Mûşê paqij ma. Lê piştî demekê li Mûşê jî êşê li sebzeyan da. Ji ber vê yekê me kîloya firingîyan bi 2 lîreyan firot. Hala fêkî û sebzeyan kîloya tiştê ku ji me bi lîreyek an jî du lîreyek dikirî bi  2 lîre û nîv an jî bi 3 lîreyan difirot. Ji wê derê jî heta diket malan kîloya wê bi 5 lîreyan hat firotin. Bi kurtasî di vê qonaxê de bes kesên komîsyonvan û keysperest qezenc û kar dikin. Tu kar ji cotkaran re namîne."

Felek Yeşîlyaylaya ku hilberîner e jî derbarm mijarê de diyar kir "Em 8 nefs pêkve li vê derê dixebitin. Em kar nakin. Kesên komîsyonvan û navbeynkar qezenc dikin."

Yusuf Yeşîlyayalaya ku digel kekê xwe di kara berhevkirina sebzeyan de dixebite destnîşan kir "Kesên komîsyonvan dolarê dikin bihane û mehsûla ku ji wan distînin gelekî zêde biha difiroşin."

Reşad Ertenê ku karê sebze û fêkîfiroşîyê dike derbarê mijarê de diyar kir ji bihaya sebzeyan him welatî û him jî dikandar gilîdar in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Cotkar ji rewşê razî nînin. Em kîloya firîngîyan bi 5 lîreyan distînin û bi 6 lîreyan difiroşin. Qeweta dikandar jî bo kirînê tuneye. Dikandar jî ji rewşê aciz e."

Erhan Şekerê ji dikandarên Hala Sebze û Fêkîyan diyar kir ji ber ku îsal sebze hindik hatin çandin û ji ber îxracatê dolar zêde bû û dû re wiha got: "Muheqqeq tesîra dolarê li ser bihaya sebze û fêkîyan heye. Lê belê tesîra zêdebûna heqê mazot û gubrê jî heye. HEqê hemû tiştî zêde bibe tu bike neke ew ê sebze jî bihaya wê zêde bibe."(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir