Hejmara lekşerên ku li Êlihê jiyana xwe ji dest dan derket 7an
Hat ragihandin jejmara lekşerên ku li Êlihê jiyana xwe ji dest dan derket 7an û 3 leşker jî giran birîndar in.
Li Êlihê di dema derbasbûna wesayîta leşkerîyê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 4 leşker jiyana xwe ji dest dabûn û 5 leşker jî birîndar bûbûn ku li gor agahîyên dawî hejmara leşkerên mirî derket 7an û 3 leşker jî giran birîndar in.
Teqîn li ser rêya Botikaya Gercewsê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Botikaya Gercewsa Êlihê teqemenîya ku berî niha ji teref PKKyîyan ve di rê de hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta leşkerîyê de hat teqandin, di encama teqînê de 7 leşker jiyana xwe ji dest dan û 3 leşker jî giran birîndar bûn.(ÎLKHA)