• DOLAR 32.377
  • EURO 34.964
  • ALTIN 2325.628
  • ...
Hejmara kesên ku li Endonezyayê ji ber erdhejê mirin derket li ser 1407an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îna borî li Girava Sulawesîya Endonezyayê di mezinahîya 7.7 û 7.5an de du erdhej pêk hatin û piştî erdhejan jî tsunamî pêk hat. Di encama erdhej û tsunamîyê de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Li gor agahîyên dawî yên ku hatine wergirtin hejmara mirîyan her ku diçe zêde dibe.

Berdevkê Birêveberîya Ajansa Afetê ya Neteweyî Sutopo Nugroho di daxuyanîya ku derbarê mijarê de belav kir destnîşan kir heta niha zêdetirê 1407 kesan jiyana xwe ji dest dan ku ji van nasnameya 410 kesan hat diyarkirin.

Li herêmê hêj xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir