Îttîhadul Ulema dê "3yemîn Hevdîtina Aliman" tertîp bike
Ji teref Yekîtîya Medrese û Aliman ve dê li Diyarbekirê di 13-14ê Cotmehê de "3yemîn Hevdîtina Aliman" bê tertîpkirin.
Yekîtîya Medrese û Aliman ve dê li Diyarbekirê di 13-14ê Cotmehê de bi beşdarbûna gelek aliman "3yemîn Hevdîtina Aliman" tertîp bike. Ew ê civîn du rojan berdewam bike.
Ew ê ji Kurdistana Iraq, Tirkîye, Sûrîye, Îranê û ji gelek welatên din alim beşdarî civînê bibin û dê civîn wek 4 niştinan bê tertîpkirin. Di 14ê Cotmehê de danezana encamê bê xwendin û dê civîn bi dawî bibe. Ew ê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Dinyayê Dr. Elî Muhyîddîn el-Qaradaxî jî beşdarî civînê bibe.
Îttîhadul Ulema di danezana encamê ya ku sala borî ragihandibû de diyar kiribû ku ew ê her sal di meha cotmehê de "Hevdîtina Aliman" bê tertîpkirin.(ÎLKHA)