• DOLAR 32.586
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2422.939
  • ...
Yemen navê welatê ku lê zarok ji birçîbûnê dimirin e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahî û daneyên ku hatine parvekirin li Yemenê rewşa însanî her ku diçe xirabtir dibe û ji ber şerê navxweyî û nexasim jî ji êrîşên hêzên koalîsyonê yên ku Siûd ji wan re pêşîvantî dike zarok bi birçîbûnê re rûbirû mane. Lewra ji ber êrîşên Siûd ji herêmê re alîkarî nikare bê kirin.

Li Yemenê ji ber êrîşên hêzên koalîsyonê yên ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike her ku diçe bihaya erzaq û xûrekan zêde dibe û nirxê pereya welêt kêm dibe  ku ji ber van sedema Yemenî di warê tedarikkirina xûrekê de gelekî zehmetîyê dikşînin.

"Heta dawîya salan 2018an dibe ku zêdetirî 36 hezar zarok jiyana xwe ji dest bidin"

Li gor daneyên ku berî niha  ji teref Save the Chîldrenê sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ve hatibûn belavkirin li Yemenê 5 milyon û 200 hezar zarok bi tehlûkeya birçîbûnê re rûbirû mane.

Ji 4 paran 3 parê nifûsa Yemenê niha bi sed zehmetî hewl dide bêxûrek û alîkarî jiyana xwe bidomîne. Exlebeyê nifûsê rojê encax dikare carekê gezik nan bixwe. Wekî din nikarin tiştekî tedarik bikin.

Li gor daneyên Save the Chîldrenê dibe ku heta dawîya sala 2018an zêdetirî 36 hezar zarok jiyana xwe ji dest  bidin.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir