• DOLAR 32.598
  • EURO 34.793
  • ALTIN 2497.777
  • ...
 "Di êrîşên 6-8ê Cotmehê de îhmala dewletê gelek zêde hebû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parêzer Murat Sadak di daxuyanîya ku ji ber salvegera êrîşên 6-8ê Cotmehê da de balan kişand li ser îhmalên ku di pêvajoya darazê û di demên êrîşan de hatine kirin û diyar ji bo tiştek bi hêzên ewlehîyê neyê mirinên însanan hatiye temaşakirin û guh ji îxbaran re nehatiye dayîn.

"Divê ew kesên di pişta bûyerê de bên darizandin"

Sadak di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew dixwazin ew kesên ku bûyer û êrîşan dane kirin û ew kesên ku ji van êrîşan re çavên xwe girtine bên darizandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Me teleb kir da ku ew kesên ku di warê îcraî û di warê îhmalê de sûcdar in bên darizandin. Mixavin di vî warî de tu gav nehatin avêtin. Me li kîjan derîyî xist li me venekirin. Di vê mijarê de nexasim sûcê dewletê heye. Ji wan kesên wezîfedarên kamûyê yên ku wezîfeya xwe neanîn bi cî de jî lêpirsîn nehat vekirin."

"Bes derbarê wan kesên ku xwe berdan li kolanan de doz hat vekirin"

Sadak di berdewama axavtina xwe de diyar kir derbarê hinek kesên siyasî de ji ber ku xelkê derxistin kolanan û xelkê tahrîk kirin hinek îddîaname hatin amadekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em wan kesên ku derbarê wan de îddîaname hatiye amadekirin wek kesên ku êrîşan dane kirine diwesfînin. Lê belê dozgerî ji hêleke din li meselê nihêrî. Ev jî lênerîke cûda ye.  Ger em vê yekê deynin alîyekî em dikarin vê yekê teqez bibêjin, bes derbarê wan kesên ku xwe berdabûn kolanan de doz hat vekirin. Ev jî bes çend doz bûn. Wê rojê zêdetirî 50 însanî mir. Hêj lêpirsînên gelekî ji wan berdewam dikin û hêj failên wan tuneye. Di wan rojên borî d dosyayek ji Mêrdînê ji me re hat şandin û lêpirsîn hêj berdewam dike û mixabin hêj tu gav nehatine avêtin. Faîl bi xwe jî nediyar in. Bes derbarê Yasîn Boru û bûyera li Wanê de dosya hebû, doz hat vekirin  û qerar hat dayîn."

"Mixabin dewlet  bû temaşevanê bûyeran û ev wehşet pêk ha

Sadak di berdewama axavtina xwe de diyar kir di dema bûyeran de pîrekek li polêsan gerîyaye û di netîceya vê yekê de dewlet ji vê re temaşevan maye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Dewlet ewlehîyê nestand. Mesûlîyeta dewletê heye. Ger dewlet wê demê bersiv dabana lêgerînan, dibû ku em her du jî niha ne li vê derê bana. Dibû ku Yasîn di nav me de bana. Lê mixabin dewlet ji vê yekê re bû temaşevan û ev wehşet pêk hat."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir