• DOLAR 32.338
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2310.4
  • ...
Dilê dayikan bi hesreta Yusûfîyên wan ên ku bi salan di zindanan de tên girtin dişewite
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heyeteke ji Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê, Fatma Kalkana pîrika Remezan Kalkanê ku 24 salan û  Salîha  Yeşîla dêya Cîhan Yeşîlê ku 19 salan di girtîgehê de tê girtin  ziyaret kir. Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê Huseyîn Sabaz û heyetek ji Yusufî-Derê di ziyareta ku kirin de destnîşan kirin divê mexdûrên daraza FETO jî bên xistin bergeha wê pêşnûmaya efûyê ya ku ji teref MHPê ve ji meclîsê hat teqdîmkirin.

FETOyê ku di nava salên divûdirêj de di nav dewletê de rêxistî bû û hema hema ji teref temamê îqtîdaran ve bi hincetên cûrbecûr hat destekkirin, hêz û derfata ewlehî, artêş û daraza ku lê bi cî bûbû heta dawîyê bi kar anî, dest bi ji holê rakirina wan rêxistin û camîayên ku ji xwe re wek raqîb didît kir.

Li herêmê PKKê bo ku bi hêz bibe raqîbên xwe û kesên ku mîna xwe nedifikirîn ji holê radikir, FETO jî bo ku bibe hêza tenê serî li rêya stratejîya  PKKê da û di serî de li erdnigarîya Kurdan û bi giştî jî li tevahîya Tirkîyê camîayên Îslamî ji xwe re kire hedef û bi ser wan de çû. FETO bi destê wan zilamên xwe yên ku di burokrasîya siwîl û leşkerî de bi cî kiribû, kes û sazîyên ku ji xwe re dikir hedef bi komplo û kompasan wek teror û terorîst nîşan da û binçav kir. Bi vê yekê jî nesekinî; îşkenceyên giran li wan kir û wan avêt girtîgehê. FETO ji bilî van rê û rêbazan serî li rê û rêbazên rêxistinên îllegal ên mîna JÎTEMê da û însanên bêsûc û bêguneh qetil kir.

FETOyê ku heta darbeya 15ê Tîrmehê kumpasan li gelek camîayan kir, mexdûrîyeta herî mezin bi darazê bi camîayên Îslamî da jiyandin.Van pêlan hakimên FETOyîst ji terorîstbûnê tên darizandin, lê hêj bi hezaran kes di girtîgehan de li benda edaletê ne.

Di ziyaretên ku hatin kirin de Berdevkên  Înîsîyatîfê Huseyîn Sabaz  û Musab Arasan di ziyaretên ku digel heyetê kirin de destnîşan kirin divê mexdûrên daraza FETO neyên paşçavxistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kirin: " Me xwest ku em we ziyaret bikin. Ew tiştê ku ji meclîsê re hatiye teqdîmkirin efû ye an kêmkirina cezayê ye ne bellî ye? Ew ê di rojên pêşîya me de ev yek diyar bibe.Em dixwazin ku mexdûrên daraza FETO neyên paşçavxistin. Her wiha ji bo Yusufî bên berdan tiştên ku ji destên me bên em ê bikin."

"Remezan bo ders bide zarokan diçû camîyê ku ew binçavkirin"

Fatma Kalkana pîrika Remeza Kalkanîyê ku 24 sal in di girtîgehê de tê girtin derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku dê û bavê nevîyê wê tunebûn ew bi tena serê xwe nevîyê xwe mezin kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Min Remezan mezin kir. Tevde 3 bira bûn, min li wan mêze kir. Me gelek zehmetî kişand. Remezan bo ders bide zarokan diçû camîyê, ew binçavkirin. Niha tu kesî min tuneye, ez bi tena serê xwe mame. Bila efû bê derxistin û lawê min ji hepsê bê berdan. Ez tiştekî din naxwazim. Bila Erdogan lawê bide berdab, ma qey me ji jê kirie, çima wî bernade?"

"Nevîyê min ji ber ku 5 wext nimêja xwe dikir hat girtin"

Kalkan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji tiryakfiroşan re efû heye lê ji bo wan tuneye. Kalkan dû re wiha dawî li axavtina xwea nî: " Wek mînak, dizan çend caran derîyê min şikandin û ketin mala min. Çima ev kesên diz tên berdan û lawê min nayê berdan? 17 salî bû hat binçavkirin. Ew di hepsan de îxtîyar kirin. Çima ev kes tên bernda lawê min nayê berdan? Ez heqê xwe li wan helal nakim. Ez li vê derê bimirim, tu kes li derîyê min nade. Ger ez mala Erdoganî zanibana, ez ê çûbana mala wî. Di demsala zivistanê de ez diçûm Bayburtê, ez nexweş ketim. Di wextê wê de ez çûm derên mîna Sêwereg û Semsûrê jî. Nevîyê min çi kir, qey zilam kuşt? Ji ber ku 5 wext nimêja xwe dikir nevîyê min hat girtin. Em ne kafir in ku em nimêja xwe nekin. Em Misliman in. Ev bû 24 sal ku nevîyê min di girtîgehê de tê girtin."

 "Çima wan kesên ku mexdûrên 28ê Sibatê ne nabînin?"

Salîha  Yeşîla dêya Cîhan Yeşîlê ku 19 salan di girtîgehê de tê girtin jî derbarê mijarê de wiha axivî: " Derxistina efûyê dê baş bibe. Lê dema ku dor tê me ji me re tiştek nîne. Ev qanûn bo diz û tiryakfiroşan tê amadekirin. Çima wan kesên ku mexdûrên 28ê Sibatê ne nabînin? Du lawên min jî di girtîgehê de ne. Ez niha digel nevîyên xwe dijîm. Ez wek dayikekê dibêjim, bila xwe têxin şûna me da ku fêm bikin em çi dikşînin. Ji ber ku ez nexweş im û ji ber ku girtîgeh dû re ev bû 8 sal ku ez lawê xwe nabînim. Niha li Kandirayê ye, ez nexweş û bêkes im, ew ê kî min bibe wan deran?"(ÎLKHA)

 























































Bu haberler de ilginizi çekebilir