• DOLAR 32.339
  • EURO 35.132
  • ALTIN 2308.229
  • ...
"Bila mexdûrên daraza FETO neyên paşçavxistin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heyeteke ji Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê, Maşallah Yildiza diya Cîhan Yildizê ku ji ber xizmetên Îslamî jê re 36 sal ceza hatiye dayîn ziyaret kir. Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê Huseyîn Sabaz û heyetek ji Yusufî-Derê di ziyareta ku kirin de destnîşan kirin divê mexdûrên daraza FETO jî bên xistin bergeha wê pêşnûmaya efûyê ya ku ji teref MHPê ve ji meclîsê hat teqdîmkirin.

FETOyê ku di nava salên divûdirêj de di nav dewletê de rêxistî bû û hema hema ji teref temamê îqtîdaran ve bi hincetên cûrbecûr hat destekkirin, hêz û derfata ewlehî, artêş û daraza ku lê bi cî bûbû heta dawîyê bi kar anî, dest bi ji holê rakirina wan rêxistin û camîayên ku ji xwe re wek raqîb didît kir.

Li herêmê PKKê bo ku bi hêz bibe raqîbên xwe û kesên ku mîna xwe nedifikirîn ji holê radikir, FETO jî bo ku bibe hêza tenê serî li rêya stratejîya  PKKê da û di serî de li erdnigarîya Kurdan û bi giştî jî li tevahîya Tirkîyê camîayên Îslamî ji xwe re kire hedef û bi ser wan de çû. FETO bi destê wan zilamên xwe yên ku di burokrasîya siwîl û leşkerî de bi cî kiribû, kes û sazîyên ku ji xwe re dikir hedef bi komplo û kompasan wek teror û terorîst nîşan da û binçav kir. Bi vê yekê jî nesekinî; îşkenceyên giran li wan kir û wan avêt girtîgehê. FETO ji bilî van rê û rêbazan serî li rê û rêbazên rêxistinên îllegal ên mîna JÎTEMê da û însanên bêsûc û bêguneh qetil kir.

FETOyê ku heta darbeya 15ê Tîrmehê kumpasan li gelek camîayan kir, mexdûrîyeta herî mezin bi darazê bi camîayên Îslamî da jiyandin.Van pêlan hakimên FETOyîst ji terorîstbûnê tên darizandin, lê hêj bi hezaran kes di girtîgehan de li benda edaletê ne.

Berdevkê  Înîsîyatîfê Sabaz di ziyareta ku digel heyetê kirin de destnîşan kir divê mexdûrên daraza FETO neyên paşçavxistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Me xwest ku em we ziyaret bikin. Ew tiştê ku ji meclîsê re hatiye teqdîmkirin efû ye an kêmkirina cezayê ye ne bellî ye? Ew ê di rojên pêşîya me de ev yek diyar bibe.Em dixwazin ku mexdûrên daraza FETO neyên paşçavxistin.

Dayika Maşallah Yildiz jî derbarê mijarê de wiha axivî: "Em li ber dewletê ranebûn, ev ceza bo çi ji me re hat dayîn. Ez ji serê xwe amelîyat bûm, lê min kurê xwe nedît. Ji 30 salî zêdetir ceza dan lawê min. Ger lawê min sûcekî kiriba, em ê qebûl bikira, lê tu sûcê wî tune ye. Serokomar çawa li heq û hiqûqê hemû kesî mêze dike, bila bi heman awayî li yê lawê min jî mêze bike. Bila lawê min û hevalên wî jî bên xistin bergeha efûya ku dê bê derxistin. Ew mafê ku ji hinek kesan re tê dayîn, bila ji me re bê dayîn."(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir