• DOLAR 32.505
  • EURO 34.975
  • ALTIN 2430.19
  • ...
Mexdûrên kumpas û komployên FETO-2
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji alîyekî ve  ji camîayên Îslamî yên li Tirkîyê re bi destê aktorên 28ê Sibatê ceza hat dayîn û mexdûrîyeta wan bi şikleke kamil nehat çareserkirin û ji alîyê din ve jî ew mexdûrîyeta ku bi kumpas û komployên FETO hatin kirin hêj bi şikleke zanebûn nayên dîtin.

Ew camîayên Îslamî yên ku ji roja ewil a Komara Tirkîyê vir ve sepanên xeyrî însanî û exlaqî li wan hatin tetbîqkirin, ji teref pergalê ve ji doh heta îro wek "dîke"yê hatin dîtin. Her çiqas nav û rengên îqtîdaran ji hev cûda bibe jî, ji ber ku li gor statukoyê meşîyan her tim darbe li dahata xelkê Misliman hat xistin.

Xelkê Misliman ê ku bendewarê gotina "Zilmên ku tên jiyan elbet dê rojekê bên dîtin û dê edalet tecellî bike" her tim di holê de ma û mirada wî di ber wan de ma. Ew pergala hiqûqê ya şêwaza birêberîyê ya ku ji bawerîyên xelkê dûr e û lê kesên pişta perdê hakim in, her tim xelkê mexdûr kir.

Ew neheqîyên ku li camîayên Îslamî hatin kirin ne hatin çareserkirin û ne jî hatin dîtin

Di encama sepanên ku carinan ji teref wesayîta leşkerî, carinan ji teref mantiqa dewleta polês û carinan jî bi burokrasîya sîwîl hatin tetbîqkirin de  gelek kom û camîa êşên mezin kişandin. Lê belê di heyama wan "îktîdarên  ku rengên wan li ser xwe girtine" de jî dawî li êş û elema ku bi camîayên Îslamî hatine kişandin bi dawî nebûn û nehatin dîtin jî.

FETOyê ku heta darbeya 15ê Tîrmehê kumpasan li gelek camîayan kir, mexdûrîyeta herî mezin bi darazê bi camîayên Îslamî da jiyandin.Van pêlan hakimên FETOyîst ji terorîstbûnê tên darizandin, lê hêj bi hezaran kes di girtîgehan de li benda edaletê ne.

FETOyê ku di nava salên divûrirêj de di nav dewletê de rêxistî bû û hema hema ji teref temamê îqtîdaran ve bi hincetên cûrbecûr hat destekkirin, hêz û derfata ewlehî, artêş û daraza ku lê bi cî bûbû heta dawîyê bi kar anî, dest bi ji holê rakirina wan rêxistin û camîayên ku ji xwe re wek raqîb didît kir.

Li herêmê PKKê bo ku bi hêz bibe raqîbên xwe û kesên ku mîna xwe nedifikirîn ji holê radikir, FETO jî bo ku bibe hêza tenê serî li rêya stratejîya  PKKê da û di serî de li erdnigarîya Kurdan û bi giştî jî li tevahîya Tirkîyê camîayên Îslamî ji xwe re kire hedef û bi ser wan de çû. FETO bi destê wan zilamên xwe yên ku di burokrasîya siwîl û leşkerî de bi cî kiribû, kes û sazîyên ku ji xwe re dikir hedef bi komplo û kompasan wek teror û terorîst nîşan da û binçav kir. Bi vê yekê jî nesekinî; îşkenceyên giran li wan kir û wan avêt girtîgehê. FETO ji bilî van rê û rêbazan serî li rê û rêbazên rêxistinên îllegal ên mîna JÎTEMê da û însanên bêsûc û bêguneh qetil kir.

Ew kumpasên ku ji teref FETO ve li camîayên Îslamî hatine kirin nayên dîtin

Piştî ku darbeya 15ê Tîrmehê ji teref xelkê ve hat têkbirin, ew kumpasên ku bi destên FETO hatin kirin di raya giştî de pir hat axavtin. Malbatên kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin ji ÎLKHAyê re axivîn û destnîşan kirin, ew kumpas û komployên ku li hember camîayên Îslamî tên kirin li ber çavan nayên girtin û nayên dîtin. Malbat her wisa dibêjin;  Ew koma Kemalîst-Neteweperest a ku di dozên Ergenekon, Balyoz, Sarikiz, Ayiigi, Yakamoz, Eldîven û Casûsîya Leşkerîyê de dihatin darizandin di demeke kurt de hatin beratkirin û di ser de tazmînatên gelek zêde ji wan re hat dayîn. Lê belê ew  camîayên Îslamî yên ku mexdûrê heman rêxistinê ne nehatin dîtin û bêdelatî û neheqî berdewam kir.

Di aleyha Vahdet-Der û Mustazaf-Dera Şaxa Kahtayê kumpas hat sazkirin

Ji van neheqîyên ku hatin kirin a herî mezin li Semsûrê pêk hat.  FETOyê ku derfetên dewletê bi kar anî, di sala 2011an de di aleyha Vahdet-Der û Mustazaf-Dera ku li Semsûrê fealîyetên xwe birêve dibirin de kumpas saz kir.

Di encama doza ku hat vekirin û li Mehkemeya Cezaya Giran a Meletîyê ya 3yemîn hat dîtin de ji Serokê Mustazaf-Derê yê Şaxa Kahtayê Mustafa Yetîş re 10 sal û 6 meh, ji birêvebirê Vahdet-Dera Semsûrê Ahmet Yildirim re 9 sal, û ji endamên komelê yên bi navê Ahmet Kalan, Huseyîn Demîr, Îsmaîl Alpaydin û Kamîl Demîral re jî 7 sal û 6 meh ji her yekî wan re hat dayîn.

Ew lijneya mehkemê yê ku ceza da birêvebir û endamên komeleyan ji FETO ji wezîfê hatin dûrxistin

Ew cezayên ku bi îddîaya "endambûna rêxistina terorê" ji ber fealîyetên yasayî yên STKyan hatin dayîn û pê edalet û hiqûq hat binpêkirin, dû re ji teref Daîreya Cezaya Dadgeha Bilind a 9emîn ve hatin tesdîqkirin. Dû re derket holê ku Daîreya Cezaya Dadgeha Bilind a 9emîn di bin  kontrola FETO de ye.

Temamê polêsên ku operasyonan dan destpêkirin, temamê dozger û lijneya hakiman a mehkemê ên ku cezayên giran STKyan, di bergeha lêpirsîna ku piştî darbeya 15ê Tîrmehê hat destpêkirin bi hinceta encambûna FETO ji wezîfê hatin girtin.

Zilm û neheqîya ku dihat kirin ne tenê bû, li Edenê jî endam û birêveberên Şura-Der û Umut-Derê hatin mexdûrkirin. FETO, bi komplo û kumpsan û bi delîlên sexte doza girtinê derbarê komeleyan de da vekirin. Di encama doza ku  hat vekirin de Mehkemeya Cezaya Giran a 7emîn  a Edenê, ji Serokê Şura-Derê Mehmet Aktaş, ji Serokê Umut-Derê Salahattîn Yenîay re, ji kesên bi navê Îbrahîm Onel, Talîp Pîşkîn, Omer Altunbaşê ku diçûn komelê, ji her yekî ji wan re 6 sal û 3 meh ceza da.

 Serokê Mehkemeya Cezaya Giran ê 7emîn ê Edenê  Huseyîn Serter, endam Arîf Bekler û Dozgerê Komarê Metîn Dîkeç di bergeha lêpirsîna ku piştî darbeya 15ê Tîrmehê hat destpêkirin bi hinceta encambûna FETO hatin girtin.

Naskirîyên Yûsufîyên ku ji teref daraza FETO û 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin, bo heq û meafên xwe bigerin û bo ev mexdûrîyeta wan ji holê bê rakirin di bin pêkhatîya bi navê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê de hatin ba hev û niha li benda tecellîkirina edaletê ne. (ÎLKHA)















































Bu haberler de ilginizi çekebilir