• DOLAR 32.581
  • EURO 34.936
  • ALTIN 2426.871
  • ...
 "Bila qerarên siyasî yên daraza di pêvajoya 28ê Sibatê de bên betalkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên mahpûsên mexdûrên FETO û 28ê Sibatê li ber Girtîgeha Tîpa Dyê ya Diyarbekirê kom bûn û daxuyanîyeke çapemenîyê dan.  Endamê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê Ozlem Tutar li ser navê malbatan metna daxuyanîya çapemenîyê xwend. Tutar di daxuyanîya ku xwend de destnîşan kir: "Bila qerarên siyasî yên daraza di pêvajoya 28ê Sibatê de bên betalkirin."

"Ew kesên ku bi ji teref mehkemê ve hatiye tespîtkirin di 28ê Sibatê de darbe kirine û ji wan re cezaya hepsê ya muebbet hatine dayîn, bi şerta ku serê mehê carekê   biçin îmzê bavêjin hatine berdan"

Tutar di berdewa ma daxuyanîya xwe de diyar kir  destnîşan kir bo mahpûsên 28ê Sibatê hikûmet, îqtîdarên siyasî, komên hêzê û endamên darazê guherîne; lê belê di warê çareserkirin mexdûrîyetan de tu guherîn çênebûn. Tutar dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: " Tiştekî îronîk heye; ew kesên ku bi ji teref mehkemê ve hatiye tespîtkirin di 28ê Sibatê de darbe kirine û ji wan re cezaya hepsê ya muebbet hatine dayîn, bi şerta ku serê mehê carekê   biçin îmzê bavêjin hatine berdan; li alîyê din jî kesên ku mexdûrên darbê ne  hêj di girtîgehê de tên girtin. Ev mesele çend caran ji teref serokomar, serokwezîr ve hat anîn rojevê; lê belê di vî warî de tu gavên şênber nehatin avêtin ku ev yek jî nakokîyên ciddî di nav xwe de dihewîne. Em cardin li vê derê da ku van nakokîyan derînin holê, bidin hesandin, bidin nîşandan."

 "Ahê mezlûman xwedî hêzeke wisa ye ku dikare temamê hisabên siyasî tarûmar bike"

Tutar di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir hêj bo nêzî 600 girtîyên di girtîgehan de û bo malbatên wan darbe berdewam dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Guhdarkirina telebên heqê yên malbatên van însanan  wezîfeyeke girîng ê ku dikeve li ser milê hemû kesî ye.  Divê ev problema ku zarokan bêbav, dêyan bêewlad  hiştiye demildest bê çareserkirin. Bila neyê jibîrkirin, ahê mezlûman xwedî hêzeke wisa ye ku dikare temamê hisabên siyasî tarûmar bike."

 "Divê qerarên siyasî yên daraza di pêvajoya 28ê Sibatê de bên betalkirin"

Tutar di dawîya daxuyanîyê de diyar kir bila mehkeme bi şev û roj bixebitin da ku vê problemê çareser bikin. Tutar dû re wiha dawî li daxuyanîyê anî: " Em  betalkirina qerarên siyasî yên daraza di pêvajoya 28ê Sibatê dikin û bila mehpûsên 28ê Sibatê  bêhincet demildest bên berdan. Bi salan e ku ev însan di hindir de ne. Sedema girtina van însanan 28ê Sibatê û daraza FETO ye. Devankirina vê zilmê li ser navê însanetî û edalatê eybeke mezin e.  Hinek ji van însanan ji bo ku xwestin Îslamê bijîn zêdetirî 30 salan di girtîgehê de tên girtin ku serbesteneberdana wan ne ya fêmkirinê ye.  Digel van însanan, malbatên wan bi xwe jî tên cezakirin. Hetta hinek dê û bav dema ku ewladên wan di girtîgehê de bûn, bi hesreta lawê xwe çûn rehmeta Xwedê. Hinek ji wan jî piştî ku ji girtîgehê derketin  ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê  wefat kirin. Em wek malbatên mahkûmên Yûsufî dibêjin 'Êdî bes e, êdî bila edalet were!' Em teleb dikin ku ev zilm bi dawî bibe."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir