• DOLAR 32.367
  • EURO 35.184
  • ALTIN 2323.966
  • ...
Ew cezaya ku ji teref dozger û hakimekî terorîst be ve hatiye dayîn çawa derbasdar dibe?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê Musap Arasan û lijneyek ji Yusufî-Derê pêkve malbatên mexdûrên ku bi salan in ji ber xizmetên xwe yên Îslamî di girtîgehan de tên girtin ziyaret kirin.

Heyet malbata Murat Salurê ku ev 25 salan di girtîgehê de tê girtin ziyaret kir û derd  kulên malbatê guhdar kir. Heyet di dema ziyaretê de destnîşan kir ew daxwaz dikin ku zilmên ku li mexdûrên FETO hatine kirin bînin zimên.

Bav Yusuf Salur derbarê ziyareta ku li wan hat kirin kêfxweşîyên xwe anî zimên û destnîşan kir divê ew cezayên ku ji teref hakim û dozgerên FETOyîst ve ji lawê wî û mexdûrên din re hatine dayîn divê bên betalkirin.

"Gelo ew cezaya ku ji teref dozger û hakimekî ku terorîst be ve hatiye dayîn çawa derbasdar dibe?"

Salur di berdewama axavtina xwe de diyar kir temamê însanan mexdûr in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bi kumpasên FETO, polês, hakim û dozger bêyî ku îfadeya wan bistînin bi zorê bi wan dane îmzekirin. Gelo ew cezaya ku ji teref dozger û hakimekî ku terorîst be ve bê dayîn çawa derbasdar dibe? Divê ev yek muheqqeq bê Betalkirin.FETOyîstan zarokên me avêtin girtîgehê. Niha ew bi xwe jî di hundir de ne. Ev edaleteke çawa ye?  Însanekî ku sûcdar û xeddar be çawa dikare ceza bide însanekî mezlûm û çawa ev ceza derbasdar dibe? FETO xebitî da ku dewletê xera bike, însanan avêt girtîgehan, ev însan bû 25 sal ku di girtîgehê de tên girtin. Hewl didin vanan efû bikin. Camîaya dîndar li derveyî bê efûyê tê hiştin. Pêwîst e Serokomar û mezinên dewletê vê meselê bînin rojevê û vê meselê jî bixin bergeha efûyê."

Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê Musap Arasan jî di ziyareta ku hat kirin de wiha axivî: "Em li ser navê înîsîyatîfê we ziyaret dikin. Em daxwaz dikin ku ev mexdûrîyet demildest bi dawî bibin. Hûn bi xwe jî hatine mexdûrkirin. Em xebatan dikin, lê em dikin nakin netîceyek nakeve destên me. Herî dawî meseleya efûyê ji teref MHP hat anîn rojevê. Mixabin di nava vê efûyê ew kesên dîndar, ew kesên ku ji teref dozgerên FETO ve hatine mexdûrkirin tune ne, navê wan bi xwe jî derbas nabe.Di efûyê de pêşanî tê dayîn ji kesên Ataturkperest û neteweperst; lê mixabin ev însanên dîndar sûdê ji vê efûyê nagirin. Em dixwazin ku ev mexdûrîyet cardin bê rojevê."(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir