• DOLAR 32.345
  • EURO 35.12
  • ALTIN 2307.127
  • ...
Bi sedan zarok pêkve gotin "Jiyan Bi Nimêjê Xweş e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Nesla Qur'anê li Stenbolê  bernameya "Jiyan Bi Nimêjê Xweş e" hat tertîpkirin. Bi sedan zarokên ku beşdarî perwerdehîya ku du heftîyan berdewam kir bûn di dawîya bernamê de li mizgeftê kom bûn.

Bername li Mizgefta Mîhrîmah Siltan a li Fatîh-Edîrne Kapiyê hat tertîpkirin. Bername bi tîlaweta Qur'anê dest pê kir û bi nimêja bi cimaat a nîvro berdewam kir.

Piştî nimêja nîvro Adem Kuçukê Îmam Xatîbê Mizgefta Edîrnekapi Mîhrîmah ji bo bernameyê kêfxweşîyên xwe anî zimên û derbarê bernamê de wisa axivî: "Pêdivîya me hemûyan bi vê xortanîya bi îman heye. Xweda di vê rêya pîroz a ku em tê de ne de me hemûyan muweffeq bike û temamê karên me bi xêr bike."

Lêkolîner Mehmet Alî Ortaç jî di bernamê de qala çîrokeke derbarê nimêjê ya ku di rîsaleya nûr de hebû kir.

Bername bi dayîna sertîfîkaya nimêjê bi dawî bû.(ÎLKHA)





























































Bu haberler de ilginizi çekebilir