Sedanûra ku mirî hat dîtin hat definkirin
Sedanûr Guzela 9 salî ya ku berî vê heftîyekê li Qaxizmana Qersê winda bûbû û mirî hatibû dîtin ji teref hezkirîyên xwe ve li gund hat definkirin.
Sedanûr Guzela 9 salî berî vê heftîyekê li gundê Pasliya Qaxizmanê winda bû û hetra heftîyekê jê xeber nehat standin. Di encama lêkolîn û tehqîqatên ku hatin kirin de berî vê du rojan Sedanûr ji gund kîlometrekê dûr di bin keviran de mirî hat dîtin.
Piştî kirarîyên otopsîyê yên ku li Erzeromê hatin kirin re doh li gund piştî niêja cinazê ji teref hezkirî û malbata xwe ve hat definkirin.
Piştî karê definkrin Walîyê Qersê Rahmî Dogan û lijneya pê re pêkve çûn taziyeya malbata Sedanûr.(ÎLKHA)