Mahmud Abbas got ku ew amade ye bi siyonîstan re hevdîtinê bike
Serokê Rêxistina Rizgarîya Filistînê Mahmud Abbas bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew bi eşkere yan jî veşartî amadene ku bi siyonîstan re hevdîtinê bikin.
Mahmud Abbasê Serokê Rêxistina Rizgarîya Filistînê piştî hevdîtina ku li Parîsa paytexta Fransayê bi Serokomar Emmanuel Macron re kir re daxuyanî da û destnîşan kir ew hevdîtinên bi çeteya terorê re red nekirine.
Abbas di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir "Weke îsraîlî dibêjin me gotûbêjan red nekir. Veşartî yan jî eşkere em amade ne ku bi wan re hevdîtinê bikin."
Abbas dû re ji Macron daxwaz kir ku vê peyamê ji Trump re veguhezîne.(ÎLKHA)