Berdevkê AK Partîyê: Di warê efûyê de tu guhartin di prensîbên me de tune ye
Arîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partîyê Omer Çelîk destnîşan kir di warê efûyê de tu guhartin di prensîbên me de tune ye.
Omer Çelîkê Arîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partîyê, piştî civîna MYKYê daxuyanî da. Çelîk di daxuyanî ku da de derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir.
Çelîk di nirxandina xwe ya ku derbarê meseleya efûyê de kir de destnîlan kir di warê efûyê de tu guhartin di prensîbên me de tune ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Elbet em ê wê paketa ku dê bê anîn meclîsê bibînin. Serokomarê me di vê mijarê de teqez axivî, ew sûcên ku li hember dewletê hatine kirin cûda û yên ku li hember welatîyan hatine kirin cûda ne. Di warê efûyê de tu guhartin di prensîbên me de tune ye."(ÎLKHA)